Bi saya berxwedana Kobanê navê Rojava li tevahiya cîhanê belav bû. Vê tecrûbeyê cihê xwe girt û hemû kes êdî dizane ku li Sûriyeya ya ku di nava xwînê de digevize, herêmek heye navê wê Rojava ye, bi demokratî û berxwedana li dijî terorê bûye hêviyek mirovatiyê. Li cîhanê, li ser asta gelêrî û li ser asta hikûmetan, êdî daxwaz ew e ku ezmûna Rojava were piştgirtin û tenê neyê hîştin.
Rojava şerê terora navnetewî dike. Ev 3 salin dikarîbû xwe li himberî DAIŞê bigre. Bingehek demokrasiyê ava kir. Mafên jinan da û jina ku li rojhilata navîn tê perçiqandin, li Rojava bû pêşeng û rêveber. Mafên netew, ol û mezheban da. Xwe dûrî şerê navwxeyî yê li Sûriyeyê kir. Her 3 kantonên Rojava wek çirûsa ronahiyê di nava deryayek tariyê de diyar dibin. Ji ber van sedeman, cîhan ji bo parastina vê tecrûbeyê xwe berpirsyar dibîne. Niha Hevpeyana Navnetewî ya li dijî terora DAIŞê yekser bi serkêşiya YPG re di nava hevkariyek eskerî de ye. Bi hev re li dijî DAIŞê şer dikin. YPG ji aliyê vê hêza navnetewî ve wek artêşek rêk û pêk û xwedî tecrûbe muxateb hatiye girtin. Li Sûriyeyê tenê hevkarî bi YPG re heye. Hêzên „Artêşa Azad“ ji hev belav bûne, têk çûne û hêdî hêdî ji holê tên rakirin. Hêzên din hemû xwedî fikrekî tundrew in û dûrî prensîbên demokasî û dewleta sivîl in.
Berxwedana Kobanê hemû rastî ji raya giştî ya cîhanê re eşker kirin. Ev keda ku YPG û YPJ ev serê 3 salan didin, evê berxwedanê ew ji astek herêmî derxist û anî astek tekoşîna mirovayetiyê li dijî terorê. Gel û hikûmetên cîhanê dixwazin xwedî li vê tekoşînê derkevin û wê destek bikin. Eger cîhan bixwaze welatê Sûriyeyê ji mirinê xelas bike, ew neçare destê xwe dirêjî kurdan bike û Rojava wek mînak bigre. Cîhan hemû dixwaze tecrûbeya Rojava ji nêz ve nas bike. Ji ber hindê di warê siyasî û diplomasî de hewcedarî bi karekî mezin heye. Wek encama berxwedana YPG û ev destekdayina cîhanî, divê di warên siyasî û diplomasî de pêşveçûn çêbibin. Divê Rojava wek satatû ji aliyê neteweyên yekbûyî ve were naskirin. Divê projeya Xweseriya Demokratîk esas were girtin û têkilî li gel rêveberiya her 3 kantonan li ser astek navnetewî werin lidarixstin. Dewleta tirk di kar û barê xwe li dijî Rojava de gihîştiye qonaxa dawî. Piştî bikaranîna rejîma Esed û hin komên „Artêşa Azad“ û muxalefeta Stenbolê li dijî kurdan, êdî serî li DAIŞê daye. Divê were gotin ku DAIŞ karta dawî ya Tirkiyê li dijî Rojava ye. Lê ev hevkariya Tirkiyê û DAIŞê li ser asta navnetewî eşkere bûye. Heta dostên dewleta tirk ji vê siyaseta wê ya hevkariya bi terora cîhanê re bêzar bûne. Hemû cîhan, ji bilî dewleta tirk, Rojava û YPG wek hêviya têkbirina terorê û misogerkirina demokrasiya li Sûriyeyê nas dikin. Dewleta tirk berovajî her kesî dibêje DAIŞ ne terorîst e, lê YPG û Rojava terorîst in!!. Bi vê helwestê ew di nava cîhanê de rûreş maye.
Muxalefeta nijadperest ya Sûriyeyê, hevkara AKPê, ji ber geşbûna tecrûbeya Rojava û muxatebgirtina YPG, dîn û har bûye. Li dijî Kurdan û hêza wan a eskerî kampaniyek reşkirinê dimeşîne. Lê divê were zanîn ku ev muxalefet neçare Rojava û YPG wek irade qebûl bike. Neçare dev ji hevkariya bi hêzên eskerî yên girêdayê El –Qaîdayê (Cebha El- Nusra, Cebheya islamî, Tevgera Ehrar El-Şam) berde. Eger ew hewl bide van hêzan bi ser kurdan ve bişîne, bi bahaneya ku kurd „cûdaxwazin“ û „yekîtiya Sûriyeye“ tehdîd dikin, ewê YPG bi hevkariya Hêzên Navnetewî li dijî teorê di ber xwe bidin. Çawa niha cîhan destekê dide YPG li dijî DAISê, ewê destekê bide YPG li himberî her hêzek eskerî ya ku hewl bide Rojava dagir bike.
Eger muxalefeta Sûriyeyê bixwaze bibe hevkarê terorê li dijî kurdan, ewê ji holê bê rakirin. Ji ber hindê ev muxalefet neçare kurdan wek irade qebûl bike û bi wan re di nava hevkariyê de be. Di vir de divê kurd yekîtiya xwe xurt bikin. Ev atmosfêra ku Kobanê afirandî ye, divê dewrî yekîtiyek mayinde bibe. Divê hêzên kurdan yên di nava muxalefeta Sûriyeyê de xwe vekişînin û vegerin Rojava cihê xwe di nava Kantonan de bigrin. Divê hikûmeta başûr di warê eskerî û aborî de alîkariyek mezin bi Rojava re bike. Divê wek her 3 salên derbasbûye hemû bar li ser pişta PYD û YPG neyê hîştin. Divê her hêz bi erka xwe ya netewî rabe. Çawa ev hêz doza para xwe di rêvebiriyê de dikin, divê ewqasî jî erkê xwe yê berxwedan û avakirinê bi cih bînin….