Bedran Çiyakurd got, eger ew di warê siyasî de li hev bikin, bi Rêveberiya Şamê re dikarin ji Serêkaniyê heta Idlibê têkoşîneke hevpar bikin û wê Sûrî karibe bi vê tifaqê bi ser bikeve û xurt bibe.
Çiyakurd da zanîn ku hevdîtinên wan ên yekser bi Şamê re nînin û bal kişand ser hewldanên Rûsyayê yên dewleta Tirk û Şamê tînin cem hev û got, ew ê ti carî peymana Edeneyê qebûl nekin.
ERSÎN ÇAKSÛ / ANHA/QAMIŞLO
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiyakurd li ser rewşa li Sûrî û bi taybetî li ser a li Bakur û Rojhilatê Sûrî, hevdîtinên bi Rûsya û Şamê re, hevdîtina Muxaberat-MÎT’ê, gef û dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê, şerê li Idlibê û yekîtiya neteweyî axivî.
Çiyakurd diyar kir ku armanca bingehîn a kiryarên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xerakirina yekparebûna xaka Sûriyeyê ye, desteserkirina beşek ji xaka Sûriyeyê ye û got, “Dewleta Tirk siyaseta xwe li ser mayindebûna li herêmê dimeşîne. Li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke civakî, leşkerî, siyasî û dîplomatîk heye. Ji ber ku niha beşek ji xaka Sûriyeyê dagirkirî ye. Gelek hêz û derdor ji vê yekê aciz in. Şam jî ji vê aciz e. Şam ji hin lihevkirinên dewleta Tirk û Rûsyayê aciz e. Li dijî vê yekê hin daxuyanî da. Em vê girîng dibînin. Em piştgiriyê didin hewldanên ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk.”
Em li dijî peymana Edenê ne
Çiyakurd destnîşan kir ku heta beşek ji xaka Sûriyeyê bi vî rengî dagirkirî be nepêkane ku qala çareseriyeke siyasî bê kirin û got, “Mesela Rûsya ev demeke hewl dide Enqere û Şamê nêzî hev bike. Hin peymanên berê hebûn. Mînak; doh li Moskovayê di navbera her du aliylan de hevdîtin pêk anî. Bi vegerandina aliyan li hin peymanên berê dixwaze vê yekê pêk bîne. Yek ji van peymanan jî Mutabaqata Edeneyê ye. Helwesta me ya li dijî vê peymanê diyar e. Em weke peymaneke li dijî gelan, bi taybetî peymaneke li dijî gelê Kurd dibînin.”
Hevdîtinên yekser tinene
Çiyakurd bal kişand ser hewldanên Rûsyayê yên ji bo destpêkirina diyaloga navbera Rêveberiya Xweser û Şamê û got, “Di dema dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî de di navbera QSD û artêşa Sûriyeyê de lihevkirineke leşkerî çêbû. Rûsyayê piştî vê lihevkirina leşkerî ji bo destpêkirina diyalogeke siyasî soz da. Li ser vê bingehê ji bo çareseriyeke siyasî Rûsyayê bi Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir, bi heman rengî bi Şamê re jî hevdîtin kir. Pêşniyarên çareseriyê yên her du aliyan wergirt û ji aliyê hember re ragihand. Lê belê ji bo çareseriyeke siyasî bi Şamê re hîn hevdîtineke yekser dest pê nekiriye. Lê belê hewldan hene û dewam dikin.”
Dagirkerî bi tifaqeyeke hevpar e
Bedran Çiyakurd bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Girê Spî û Serêkaniyê û destnîşan kir ku ev dagirkerî bi tifaqa sê alî ya navbera DYE, Tirkiye û Rûsyayê pêk hat. Çiyakurd got, “Piştî ku DYE ji herêmê vekişiya Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeriya Tirk re hate hiştin, Kobanê, Minbic û xeta sînor ji Rûsyayê re hate hiştin, ji Dêrikê û Tirbêspiyê heta Dêra Zorê li herêmên petrolê DYE bi cih bû. Ev tablo nîşan dide ku ev rewş di encama lihevkirina sêalî de pêk hatiye. Li ser vî bingehî ev hêzên li herêmê bi hev şêwirîn û ji nû ve bi cih dibin.”
Ji Serêkaniyê heta Idlibê bi hev re
Bedran Çiyakurd bi bîr xist ku lihevkirina leşkerî ya navbera QSD’ê û artêşa Sûriyeyê, ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk û komên wê bû û got, “Dema ku ev hate biserxistin, ji aliyê siyasî ve gelek karên hevpar dikarin bên kirin. QSD û artêşa Sûriyeyê, ji Serêkaniyê heta Idlibê dikarin bi hev re li dijî dagirkerî û terorê têbikoşin. Lê belê weke ku me di destpêkê de got, ev yek bi lihevkirineke siyasî dibe. Têkoşîna leşkerî ya hevpar bi tifaq û peymana siyasî ya hevpar dibe. Naxwe wê qels bimîne. Weke ku em timî dibêjin, tifaqeke navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê, tifaqeke navbera QSD’ê û artêşa Sûriyeyê de wê Sûriyeyê xurt bike. Ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve wê Sûriyeyê xurtir bike.”
Qadên hesabpirsînê Iraq û Sûrî ne
“Bi taybetî rageşiya navbera DYE û Îranê, bi rewşa kaotîk a li herêmê afirandine stratejiyeke hevpar li me ferz dikin. Ji ber ku xuya ye ev şer wê kûr bibe. Dibe ku vê gavê di navbera DYE û Îranê de şerekî yekser rû nede, lê belê qadên hesabpirsînê wê Iraq û Sûriye be. Ji ber ku xeta ku her du hêz xwe digihînin hev Iraq û Sûriye ye, lewma Rojava û Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê li dijî senaryoyên gengaz divê Rojava û Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ji bo parastina berjewendiyên me yên hevpar di nava têkiliyeke baş de bin.”