Li Rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi munasebeta Cejna Remezanê, destê sibê xelkê berê xwe dan şehîdgehan. Li Rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûrî, li gelek bajar û navçeyan xelk bi boneya Cejna Remezanê di roja pêşî ya cejnê de pêşî çûn serdana goristanan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bî anîn. Li goristanan, gel ji aliyê şervan, fermandarên QSD û meclisên malbatên şehîdan ve hatin pêşwazîkirin. Li goristanê, gel cejna hevdû pîroz kir, gul danîn ser gorên zarokên xwe û fatîhe xwendin. NAVENDA NÛÇEYAN