Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 6-7’ê kanûna 2013’an de M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokça ji aliyê polîsan ve hatibûn înfazkirin. Bi rasthatina vê rojê li Geverê gel xwepêşandanek lidarxist. Lê belê tîmên dewleta Tirk dîsa êrişî gel kirin. Tîmên Tirk li taxa Esentepe xebatkarê Meclîsa Ciwanên DBP’ê Rojhat Ozdel (18) înfaz kirin. Awayê înfazkirina Rojahat ecêb û sosret e. Piştî bûyerên li ser riya îpekê gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatin kirin û li gorî îfadeyên şahidan, polêsan bêyî hişyariyê bikin êrîş çalakiyê kirin.

Bêyî hişyarî gule reşandin
Şahidên bûyerê diyar kirin ku di destê Rojhat de, weke Waliyê Colemêrgê gotî di destê wî de tu çek tunebûn. Şahidên bûyerê anîn ziman ku piştî tîmên taybet bi wesayîta zirxî hatin ber dikanê bi bombeyên gazê û guleyên pilastîk êrîş kirin û pişt re bi çeka M-16 Rojhat ê ku direviya gulebaran kirin. Înfaza Rojhat axaftina Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya derberê “Pêşnûmeya Zagona ewlehiya naxweyî” ya “Molotof avêtin heye, serê xwe digirin û nasnameya xwe vedişêrin û dixwazin pevçûneke sivîl derbixin. Hevalên me teqez toleransê nîşanî vê yêkê nadin” anîn hişên mirovan. Bi vê yêkê hêj zagon di meclîsê re derbasbûyî yekemîn înfaz pêk anîn.

Bi birîndarî êşkence kirin

Li gor agahiyan li devera di navbera du malan de piştî tîmên taybet Rojhat bîrîndar kirin li cihê bûyerê îşkence kirin. Şahidên bûyerê dan zanîn ku wan nerazîbûn nîşanî gulebarana polîsan dan lê polîsan çek dirêjî wan kirin û ji bo bikevin hûndir gef li wan xwarin. Şahidê bûyerê bilêv kir ku di paçê de ew temaşe kirin û wiha got: “Dema zarok birîndar kirin polîsan ketin ser. Dûjîn lê dan û pirsên ‘Yê li cem te kî bû? Birayê te bû? Zû bêje p..’kirin. Seatekê li erdê hiştin. Dema jiyana xwe ji dest jî da me bihîst. Pişt re midûrê polîsan hat. Komîserekî wan pirsa gulebarana hişyariyê kirin an na pirsî. Polîsê lêda jî got wan hişyarî kirin û piştî gule avêtin wan wî lê da. Lê em şahidin tu hişyarî nekirin. Pevçûn jî derneket.”

Kur kuştin bav girtî ye

Cenazeyê Rojhat Ozdel ji bo otopsiyê birin Meletiyê û wê li goristana gundê Bajêrge ya Geverê bispêrin axê. Rojhat Ozdel xebatên Meclîsa Ciwanan a DBP’ê dimeşandin û di sala 2012’an ji ber tevlî meşekê bibû hatibû girtin û şandin Girtîgeha Colemêrgê û piştî hefteyek şûnda li ser îtîrazê serbest hatibû berdan. Derket holê ku bavê Ozdel Mustafa Ozdel 14 sal cezayê girtîgehê girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ye.


DIHA/COLEMÊRG