MAPER a ku armanc dike li dijî sîstema perwerdehiyê ya heyî ku ji perwerdehiya zimanê dayikê û zanistibûnê dur e, çandên cuda asîmîle dike alternatîfê ava bike rastî eleqeya gel tê û ji bo dibistanên sîstemê jî wekî bersiv e.


Xwendekarê bi navê Bunyamîn Bînîcî (12) yê ku nêzî 2 meh in li MAREP’ê ders dibîne diyar kir ku dibistanên sîstemê yên ku diçin di warê perwerdekirinê de pir kêm in. 

Bînîcî anî ziman ku dem ali MAPER’ê dest bi perwerdehiyê kiriye tîpên Kurdî nas nedikin, nedikarî bi Kurdî bixwîne, ji ber ku mamostea zimanê wî bi wî dane hezkirin bi kêfxweşî tevli derban dibe û di demeke kin de jî hînî Kurdî bûye, dikare bixwîne û binivîsîne. 



Mamosteyê zimanê Kurdî Omer Fîlîtoglu jîg ot ku armanca dibistanên sîstemê ferzkirina feraseta tekperest û asîmîlekirin e û wiha axivî: “Armanca perwerdehiya li dibistanên sîstemê tên dayîn asîmîlasyon e. Perwerdehiya ku bi zanistî û bi zimanê dayikê nayê dayîn bi armanca asîmîlasyonê tê kirin Bi vê re xwendekaran tenê ji bo ku ji sîstemê re xizmet bikin digihînin.”


DÎHA/MÛŞ