Parlamentera Partiya Çep Heike Haensel gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê xist rojeva meclîsa Federal a Elmayayê.

Heike Haensel ev pirs kir: “Hikumeta Federal ji bo pêşî li êrişeke li dijî hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyê, li nava Neteweyên Yekbûyî (NY) wê bi xwedî înîsiyatîfa siyasî?” Misteşarê Wezîrê Karên Derve Michael Roth bersiv da pirsên Partiya Çep û got, ew hewl didin pêşî li êrişa dewleta Tirk a li dijî bakurê Sûriyeyê bigirin.

   

Parlamenter Heike Haensel bersiva Roth kêm nirxand û careke din mafê axaftinê wergirt. Haensel bi bîr xist ku Elmanya ji bo du salan bûye endamê Konseya Ewlekariyê ya NY´yê û got, “Li gorî we, dagirkeriya li Efrînê li dijî hiqûqa navneteweyî ye?”

Misteşar Michael Roth bersiveke eşkere neda pirsê û got, “Di dema êrişa dagirkirina Efrînê de rêveberiya Berlînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ´li dijî operasyona leşkerî´ ye.” Parlamenter Haensel pirsa “Madem hûn li dijî êrişeke nû ne, çima firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê ranawestînin?” kir, lê Roth ev pirs bê bersiv hişt.

 

ANF/BERLÎN