Endamê komîteya peywendiyên derve yê KCK’ê Demhat Egîd bersiva daxuyaniya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li ser êrişên Tirkiyê yên li hemberî Herêmên Parastina Medyayê da.
Demhat Egîd li ser daxuyaniya pêr a serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li ser êrişên Tirkiyê yên li dijî Herêmên Parastina Medya ji RojNewsê re axivî.
Daxuyanî ketiye di xizmeta siyaseta şer de
Demhat Egîd bersiva daxuyaniyên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da û wiha got: “Naveroka daxuyaniyê xizmeta siyaseta şer a ku AKP niha dimeşîne û dixwaze şer derbikeve, dike. AKP’ê mafdar derxistiye. Tevî ku daxuyanî wekî bangek ji bo her du aliyan jî be, naveroka we AKP’ê piştrast dike û heta bombebaranên niha rewa dike. Em vê daxuyaniyê rast nabînin û rexne dikin.”
Cesaret dide AKP’ê
Endamê komîteya peywendiyên derve yê KCK’ê destnîşan kir ku heta daxuyaniyên wiha ji aliyê Mesûd Barzanî ve werin dayîn, wê êrişên dewleta Tirk berdewam bikin û welatiyên Kurd werin girtin.
Zerer gihandiye yekîtiya netewî
Dehmat Egîd ragihand ku ji bo ev êrişên dewleta Tirk werin rawestandin banga seferberî û tekoşînê kir. Egîd bang li gel kir ku li hemberî vê nêzîkatiya PDK’ê helwestê nîşan bidin. Egîd ragihand ku ev daxuyaniyên Barzanî zererê digihînin yekîtiya netewî û gelê kurd parçe dike.
Endamê komîteya peywendiyên derve yê KCK’ê rexne li siyaseta PDK’ê kir û got ku siyaseta wan ji yekîtiya netewî dûr e. Demhat Egîd wiha dirêjî da axaftinên xwe: “PDK ji yekîtî û berjewendiyên netewî dûr, zêdetir di nava berjewendiyên teng û hizbî de ye. Bi ti awayî ev nêzîkatî xizmeta yekîtiya netewî nake. Dibe ku peywendiyên aborî û siyasî yên serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê baş bin, lê nabe ev peywendî di astek wisa de bin zererê bigihîne berjewendiyên yekîtiya netewî.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN