Derbarê serdana şanda Almanya de, hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku şanda ji hevserokê Partiya Keskan Can Ozdemir, Parlamenter Tom Konigs, Parlamenterê partiya Keskan li parlamentoya Almanya Georg Enzweites û konsolosê Almanya yê li Hewlêrê li ser rewşa dawî ya herêmê axivîne.

Rola dewleta Alman

Nilûfer Koç di derbarê serdana şandê de ev agahî da: “Şanda ji Almanya hatî serdana KNK’ê kir. Di serdanê de me guftûgo li ser rewşa Kurdistanê kir, xala herî girîng jî ew bû emê çawan bikarin Kurdistanê ji bin metirsiyê derbêxin. Lê ji bo vê yekê jî Kurd pêwîstî bi arîkariya welatên nêvdewletî heye. Bê guman Almanya hem di aliyê aborî de û hem jî di aliyê leşkerî de arîkariyek girîng ji bo Kurdan kiriye.” Herwiha Koç da zanîn ku wana di nava guftugoyên xwe de behsa yekitiya navxweyî ya Kurdan jî kiriye û wiha pêde çû: “Şert û mercên heyî di berjewendiyên Kurdan dene, ji bo wê pêwîste em zutirîn dem yekitiya xwe ava bikin û hemû hêzên kurdan jî ji bo yekitiya netewî amadene. Me ji Almanya xwestiye ku piştgiriyê bide gelê Kurd û ew dewletên ku piştgiriya DAIŞ’ê jî dikin, bi taybet dewleta Tirkiye bê rexnekirin.”


Rexne li Tirkiyê girtin

Koç got ku niha wisan lêhatiye, Kurd û hêzên cîhanê li hember çeteyên DAIŞ bûne yek, Tirkiye û DAIŞ jî bi hev re bûne yek û wiha pêve çû: “Me bi rêya şandeyê daxwaz ji Berlînê kir ku rêbazek bi bandortir bibîne û li ser Tirkiyê bike û divê rê li Tirkiyê bê girtin ku nebe pirsgirêkê ji bo herêm û navçeyan.” Koç di derbarê gotinên şandê de jî wiha got: “Şanda welatê Almanya xwest beşdarî ji bo jinên têkoşer yên Kurd, bi taybet yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin bê kirin. Ji ber ku tekoşîna jinên Kurd cihê şanaziyê ye.” Koç got ku şandê jî daye diyarkirin ku ew jî behsa xebatên KNK’ê dikin û ji bo pêşniyarên wan jî guftugo tê kirin. Herwiha Koç got ku şanda Almanya gotiye niha rexneyên wan ji bo siyaseta Tirkiyê hene.

ROJNEWS/HEWLÊR