
Serokê Koma Tevgera Îslamiya Kurdistanê Şiwan Qeladizeyî got, divê beriya referandûmê parlemen bê çalakkirin, nêrîna li ser bê girtin û rewşa xelkê bê başkirin.
PDK û YNK’ê mijara referandûma ji bo serbixweyiya Herêma Kurdistanê aniye holê, li ser miajrê guftûgo dewam dikin. Her wiha şandeke li ser heman mijarê berê xwe daye Bexdayê jî. Reaksiyonên li hemberî vê hewldanê jî didomin. Serokê Koma Tevgera Îslamiya Kurdistanê li Parlemena Herêma Kurdistanê, Şiwan Qeladizeyî der barê mijarê de bal kişand ser beriya referandumê aktîfkirina parlemena Herêma Kurdistanê.
Şiwan Qeladizeyî got; “Me ji bo azadî û serbixweyiya gelê Kurdistanê xebat kiriye. Ji bo wê em li gel serbixweyiyê ne. Lê belê, beriya referandûmê divê rewş bê aramkirin. Rewşa gelê Herêma Kurdistanê bê başkirin. Ji ber ku li hemberî wan zilm hatiye kirin. Divê di nava aliyan de aramiyeke rasteqîne pêk were û êdî li pêşberî hev çalan nekolin.”
Şiwan Qeladizeyî bi van gotinan îşaret bi girîngiya çalakkirina parlemanê kir: “Divê parlementa Herêma Kurdistanê bê aktîfkirin. Ji ber ku aktîfnekirina parlamentoyê wê nerazîbûna gel û Bexdayê bi xwe re bîne. Wê ji me re bêjin tu qala referandûm û yasayê dikî, lê parlemen hatiye paşxistin”
Herî dawî jî, Şiwan Qeladizeyî got; “Divê em bersiva vê pirsê bidin ka çima li Herêma Kurdistanê rêz ji bo yasayê nayê girtin? Çima rêz ji bo dengê xelkê nayê girtin û parlemen tê girtin? Ji ber wê, ji bo referandûmê divê parlemen bê aktîfkirin.”
DANA OMER / ROJNEWS