Ji bo dawîanîna li tecrîdkirina Ocalan a mutleq a ku ji 5´ê Nîsana 2015´an ve dewam dike, parlamenterê HDP´ê yê Rihayê, Omer Ocalan got, Ocalan ji bo avakirina aştiyê li Rojhilata Navîn diyarker e û xwest CPT bi erka xwe rabe û pêşiyê li tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bîne. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê, Omer Ocalan bal kişand ser tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwêsta CPT’yê ya beramberî vê. Ocalan, destnîşan kir ku erka CPT’yê ew e ku pêşiyê li êşkenceyê bigire, lê li hemberî êşkenceya li Îmraliyê bêdeng e û di mijara tecrîdkirinê de ji armanca xwe dûr ketiye û bi bin ketiye. Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin, ji 27’ê Tîrmehê 2011´an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve jî heyet nikarin biçin Îmraliyê û ji 11’ê Îlona 2016’an ve malbata wî jî ji Ocalan xeberek wernegirtiye. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) ku li dijî êşkenceyê lêkolînê dike û raporan amade dike, tevî hemû daxwazên parêzer, malbat û heyetan, naçin Îmraliyê û der barê rewşa Ocalan de nabe xwedî agahî û lêkolînê nake. CPT divê bi erka xwe rabe Elaqedarî tecridkirina Ocalan û helwêsta CPT’yê, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, destnîşan kir ku erka CPT’yê ew e ku pêşiyê li êşkenceyê bigire, lê li hemberî êşkenceya li Îmraliyê bêdeng e. Li gorî wî, di mijara tecrîdê de CPT ji armanca xwe bi dûr ketiye û bi bin ketiye. Ocalan, anî ziman ku CPT, li dijî hebûn û armanca xwe tevdigere û di milê tecrîdkirina Ocalan de ji armanca xwe dûr ketiye. Ocalan li ser mijarê wiha peyivî: “Divê CPT bi lez bi erka xwe rabe û li ser daxwaza gelê Kurd bi lez biçe Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike. CPT berê çû Îmraliyê û hin hevdîtin bi Ocalan re kirin. Divê hevdîtinan bike û der barê rewşa Ocalan de gel rast agahdar bike. Em hem wekî malbat û hem jî wekî gelê Kurd dixwazin bi lez agahiyan ji Îmraliyê bistînin. Sazî u rêxistinên parazvanên mafên mirovan ên navneteweyî mixabin li gorî berjewendiyên siyasî tevdigerin. Divê dest ji vê helwêsta xwe berdin.” Hewldanên me wê bidomin Omer Ocalan got, ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dê di qada navneteweyî de hewldanên wan bidomin û wiha peyivî: “CPT dibe ku ji ber peymanên nava dewledan de agahiyan nede. Lê divê biçe Îmraliyê û der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de lêkolînê bike. Em dizanin Ocalan li Îmraliyê di çi şertan de dijî. Ewlehî û tenduristiya wî çi ye, em nizanin. Mixabin van rêxistinên li dijî tecrîdê êdî rol û mîsyona xwe winda kirine. Mixabin siyaset rê li ber gelek tiştan digire.” Diyaloga bi Ocalan re şert e Omer Ocalan herî dawî îşaret bi dewra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di avakirina aştiyê de kir û got, “Îro ji ber şerê li herêmê bi sedan mirov tên kuştin. Bi hezaran mirov her roj dibin penaber. Rol û rista Birêz Ocalan a li Rojhilata Navîn pirr girîng e. Ji ber vê yekê daxuyaniyeke ku Ocalan parve bike, pirr girîng e. Temas û diyaloga bi Ocalan re pirr girîng e. Hevdîtin û diyaloga bi Ocalan re wî bike ku gelên li Rojhilata Navîn rehet bikin. Em dîsa bang li CPT´yê dikin da ku rol û rista xwe pêk bîne. Divê demekê beriya demekê biçe Îmraliyê û li gorî armanca xwe tevbigere. Em bang li gelê Tirkiyeyê jî dikin û em dixwazin bêhtir li Ocalan xwedî derkevin. MA/RIHA