Balafirên şer ên Tirk bombe li sivîlên li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê barand. Di encamê de pêşmergeyek şehîd bû. Li gorî agahiyan, balafirên şer di şeva 17'ê Hezîranê de bombe li koçerên li zozanên Sîdekanê ya Hewlêrê barandin. Di êrişê de ku li zozanên Berde Spî hate kirin, kesek ji eşîra Sûrçî jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku kesê jiyana xwe ji dest da, navê wî Ebas Mexdît e û ji navçeya Akrê ya Duhokê ye. Dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê mehên dawî zêde kir. Roj nîne ku bombeyan nabarîne. Di şeva Yekşem-Duşemê de gelek herêmên li Mexmûr, Şengal û qadên gerîla bi rengekî giran hatin bombekirin. Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê heta niha bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Iraqê xwest eskerên Tirk vekişin Hikumeta Iraqê piştî êrişên hewayî yên li dijî Mexmûr, Şengal û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê, ji dewleta Tirk xwest ku hêzên xwe yên leşkerî vekişîne. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li dewleta Tirk kiriye da ku dawî li ”çalakiyên xwe yên provokatîf” bîne û yekîneyên xwe ji xaka Iraqê vekişîne. Wezaretê bang li Sefîrê Bilind ê Tirk ê li Bexdayê kiriye û nameya şermezarkirinê daye wî. Li gorî Wezareta Karên Derve ya Iraqê, di nameyê de êrişên Tirkiyeyê ”bi gotinên herî tund” hatine şermezarkirin. NAVENDA NÛÇEYAN