Pêşmergeyên Tabura Menîle ya Kerkûkê doh li hemberê negirtina mûçeyan xwepêşandanek li dar xistin. Pêşmergeyan diyar kirin ku ji ber wan mûçeyê xwe newergirtiye, nikarin bi hefteyan li ser hev bi berîka vala perwerdê bibînin. Pêşmergeyan di çalakiyê de daxwaza kêmkirina seatên perwedeyê jî kirin.


Deriyê 8 dibistanan hat girtin

Li gundê Simîlan û navçeya Çûman jî mamosteyên 8 dibistanan ji ber negirtina mûçeyan, çûna ser kar boykot kirin û deriyê dibistanan girtin.

Mamosta Ehmed Mistefa diyar kir ku mamoste êdî nikarin perê rêya xwe yê bidin û wiha axivî: “Her wiha ji ber hikûmeta Herêma Kurdistanê gûhdarî daxwazên mamostayan nake, mamosta jî mafdar in ku çûna ser kar boykot bikin.” 


 KERKÛK/HEWLÊR