Şervanê YPG’ê yê bi navê Nîştiman Kurdistan ku ji Başûrê Kurdistanê ye û niha jî di nava refên QSD’ê de li Reqa li dijî DAIŞ’ê şer dike, got, “Ez berê pêşmergeyê PDK’ê bûm. Lê, dema PDK´ê Şengal neparast, vê zahf bandor li min kir. Lê, herî zêde jinên şervan bandor li min kir û ez tevlî YPG’ê bûm.”

Nîştiman Kurdistan ku bi eslê xwe ji bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, şervanekî 20 salî ye. Eşîra wî li dijî rejîma Seddam Huseyîn şer kiriye û bûye du parçe. Beşek eşîrê diçe Kirmaşanê û yek jî li herêma Iraqê dimîne. Kurdistan pêşmergetiya PDK’ê jî kiriye.

 

Dest ji pêşmergetiyê berda

Kurdistan, di serdema ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê û bajarên Başûrê Kurdistanê kir, biryar da ku tevlî nav refên hêzên YPG’ê bibe. Kurdistan, di nava eşîra xwe de yekem kes e ku tevlî nav refê YPG’ê dibe. Niştiman Kurdistan li Başûrê Kurdistanê li bajarê Celewla li dijî DAIŞ’ê şer kir. Tevî ku dayik û bavê wî destûr nedan jî dest ji pêşmergeyan berda û tevlî nav refên YPG’ê bû. 

Niştiman got: “Dema şerê Şengalê de ez gelek ketim bin bandora êrîşan. Ez wê demê pêşmerge bûm. DAIŞ‘ê di serî de li Şengal, êrîşî gelek bajarên Başûr dikir. Dema DAIŞ’ê Şengal dakir kir, peşmergeyan û gelê KDP’ê Gelê Şengalê bi tenê hişt. Ev ji bo min bû şikestina destpêkê.” 

 

‘Şervanên jin bandor li min kir’

Kurdistan, anî ziman ku DAIŞ’ê piştre li Şengal û Bakur êrîşî gel kir û got: “Di şer de li dijî DAIŞ’ê du şervanên jin ên YPG’ê bi sekn û şerê xwe bandoreke mezin li ser min çêkir. Berxwedaneke efsûnî nîşan dan. Ez pir ketim bin bandora şervanên jin. Dema şervanên jin hatin gelê Şengalê rizgar bikim, ez zêde ketim bin bandora wan û min fikra xwe guhert ku li dijî DAIŞ’ê şer bikim. 

Kurdistan anî ziman ku ji bo Reqa azad bike û mirovên li vir karibin nefesê bistînin hatiye li dijî DAIŞ’ê şer dike. Kurdistan li Eniya Rojhilat di rizgarkirina taxa Reqaya berê de bi roleke mezin rabûye. Di nava wan hêzan de ku li dijî DAIŞ’ê bi hefteyan e şer dikin, cih girt. Kurdistan got, “Em hatin li vir dawiyê li DAIŞ’ê bînin. Heta ku em DAIŞ’ê ji vir paqij bikin, em ê şer bikin. Me pirraniya bajêr paqij kir. Em ê van rojan mizgîniya azadiya Reqayê bi gel re parve bikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN