Rêveberiya Polîsên Hewlêrê bi daxuyaniyekî eşkere kir ku pêşmergeyê bi navê Ferhad Ibrahîm Îsmaîl ê 43 salî li Hewlêrê hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Doh saet 20.40’î de agahiyek ji me re hat ku kesek li taxa Hevkar hatiye kuştin. Piştî polîs gihîşt cihê bûyerê derket holê ku pêşmerge ye.” Rêveberiya Polîsan diyar kir ku lêkolîna derbarê bûyerê de dewam dike.”
ROJNEWS / HEWLÊR