Pêşmergeyekî Dêrîn yê YNK’yî ku di heman demê de gaziye ev 12 roj in agahî jê nayê girtin. Rêxistina Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û Komelaya Kêmendamên Senger (şer) jî dibêjin, ew û hevalekî wî, ji aliyê hêzên ewlekariya Dihokê ve hatiye binçavkirin. Li gorî ragihandina fermî ya YNK’ê 12 roj in agahî ji pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Burhan Hesen Ebdulrehman bi nasnav Feqî Hişyar, li gel welatiyê bi navê Dilşad Cebar ku bi hev re sefer kirine ji bo Dihokê agahî nayê girtin. Rêxistina Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û Komeleya Kêmendamên (gazî) Senger diyar kirine ku herdu hevalên wan 26’ê Tîrmehê serdana Dihokê kirine, ji wê demê ve agahî ji wan ne hatiye girtin. Li gorî komeleya pêşmergeyên Dêrîn û Komeleya Gaziyan Feqî Hişyar û hevalê xwe ji aliyê hêzên ewlekariya Dihokê ve hatine binçavkirin.

Çûn serdana Dihokê

Berpirsê pêşmergeyên Dêrîn ên Behdînanê Mele Sedîq li ser windakirina pêşmergeyê dêrîn peyivî û got:” Feqî Hişyar û Dilşad Cebar dema serdana Dihokê kirine, xwarina firavînê li mala wî xwarine û piştî ji wir derketine şûnde êdî agahî ji wan ne hatiye girtin. Li Dihokê û Silêmanî gilî li cem saziyên pêwendîdar kirine û agahî der barê wan de xwestine, lê heya niha jî ne malbata herdu kesan ne jî ew nehatine agahdar kirin. Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ya Kurdistanê û Komeleya Kêmendamên Senger daxwaza berdana Feqî Hişyar dikin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN