Pêşmergeyê Hîzba Demokrata Kurdistanê ya Îranê (HDK-Î) yê bi navê Ehmed Wefaî, li ser hesabê Telegramê yê bi navê “Înkilaba Rojava” peyamek bi dîmen weşan.

Ehmed Wefaî di peyama xwe de wiha dibêje: “Ez xelkê Qoçanê (bajarokek herêma Xorasan) me, ez endamê berê yê HDK-Î me. Lê êdî pêwendiya min bi partiyê re nemaye û beşdarî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dibim. Bang li hevalên xwe yên hêja hemûyan dikim ku jiyana xwe fedayî gelê xwe bikin. Werin Rojavayê Kurdistanê û ji ber ku me sûnd xwariye ku jiyana xwe fedayî gelê xwe bikin.

Niha dagirker dixwazin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Eger îro Rojavayê Kurdistanê bê dagirkirin, wê sibe Bakûr, Başûr û Rojhilat jî bê dagirkirin. Berxwedan erkeke li ser milê gelê me û ciwanan e.

Ez bang li hevalên xwe hemûyan dikim; eger dixwazin beşdarî berxwedana Rojava bibin, bila pêwendiya xwe ya bi hesaba telegramê ya “Înkilaba Rojava” re deynin.

 

SILÊMANÎ