
Pêşmergeyên Dêrîn, ku ji bo azadiya Kurdistanê bi salan şer kirin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xelat û spasnameya rêzdariyê radestî fermandarê HPG’ê yê li Kerkûkê Şoreş Cesûr kirin.
Li gundê Neafilê li cîgeyê sengerên pêş ên ku bi 2 kîlometreyan dûrî navenda Kerkûkê ye pêşmergeyên Dêrîn serdana gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) kirin. Bi qasî 60-70 pêşmergeyên Dêrîn ên ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê hatin serdana gerîlayên HPG’ê yên li Kerkûkê. Serdana pêşmergeyên Dêrîn ji aliyê gerîlayên HPG ve bi kêfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin. Piştî ku ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin, li ser navê pêşmergeyên Dêrîn Serokê Liqî (bask) Şarbajêrî Dukan ê Pêşmergeyên Deverekan Osman Sêderî axivî. Sêderî destpêkê ji bo hatina gerîlayan li qada Kerkûkê spasyên xwe vegot. Di domahiya axaftina xwe de Sêderî ev anî ziman; “Ev 18 sal û hejdeh roj e ser Serok Apo di bin zexteke giran de ye. Lê divê dijminê Kurdan baş bizanibin bi hezaran fedaiyên Serok Apo îro hene. Îro li qada Kerkûk em û şervanên Serok Apo li cem hev li qada cengê de ne.”
‘Pêwistî bi Kongreya Neteweyî heye‘
Fermandarê HPG ê Kerkûkê Cesûr Şoreş piştî ku xêr hatin li pêşmergeyên Dêrîn kir axivî û got; “Em hêvîdar in ev serdana hêja wê bibe wesîleya Kongreya Neteweyî û yekitiya gelê Kurd. Ji ber ku îro derfetên rizgarkirina Kurdistana mezin hene.”
Cesûr Şoreş bal kişand ser girîngiya demê û da zanîn ku pêwîstî fermandariya hevbeş û Kongreya Neteweyî heye. Şoreş wiha pêde çû, “Hêzên Kurdan û rêxistinên Kurdan hene. Eger em bi şêweyekî bi pergal ji bo berjewendiyên hemû Kurdistanê karibin hêzên lêşkerî û rêxistinên xwe bikin yek wê destketiyên mezin çêbibin. Eger ku hêzên leşkerî di bin sîwanekî de karibin fermandariyek neteweyî ava bikin wê zortirîn hêza xwe ya îro mezin bikin.”
Di nava serdanê de li ser navê pêşmergeyên Dêrîn Osman Sêderî û Kenan Şêx Cigirî xelata rêzdariyê û spasnameya rêzdariyê radestî endamên HP’ê kirin.
Serdana pêşmergeyên Dêrîn bi xwendina helbestên li ser şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sohbeta germ a di navbera gerîla û pêşmergeyên Dêrîn de bidawî bû. Tê zanîn di 3’ê Sibata 2017`an de peşmergeyên Dêrîn serdana Qendîlê kiribûn û helwesta xwe ya li hember birakujiyê jî eşkere kiribûn.
FERZAD CELALIYAN / ANF-KERKÛK