Li ber baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î)  ya li navçeya Koyê ya girêdayî Hewlêrê pêr di saet 21:50’an de du teqîn li pey hev pêk hatin.

Berdevkê Asayîşa Koyê Eqîd Adil derbarê teqînê de agahî dan ajansa me û wiha got: “Di encama teqînê de 7 kes şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûne. Yek jê endamê asayîşê ye û karmendekî din ê asayîşê ne diyare. Bi fermî daxwaz ji me ne kirîbûn em navenda wan bi parêzin. Lê wan bi xwe parastina xwe dikirin. Piraniya qurbaniya pêşmergeyên PDK-Î ne.”

Berdevkê Asayîşa Koyê Eqîd Adil destnîşan kir ku derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine û neya niha ti kes nehatine girtin.

Şahidên bûyerê dan diyar kirin ku cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane şewitine û nayên naskirin. Hate ragihandin ku polîs û hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê. Welatiyên li cihê bûyerê bilav dikin. Ji ber teqînê beşek mezin ji navenda PDK-Î şewitiye.

Salar Mehmûd êrîş şermezar kir

Parlamenterê Koma Yekêtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlametoya Herêma Kurdistanê  Salar Mehmûd têkildarî êrîşa li ber avahiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê rûdayi, daxuyaniyek da.

Salar Mehmûd ragihand ku di şeva ji dayikbûna rêberê Kurd yê hatî qetilkirin Dr. Ebdûrehman Qasimlo de, gelek pêşmergeyên PDK-î şehîd û birîndar bûn. 

 Salar Mehmûd wiha domand: “Qetilkirina pêşmergeyên PDK-Î şermezar dikim.  Pêşmergeyên parçeyên din yên Kurdistanê, di şerê li dijî terorîstan li Herêma Kurdistanê, bi taybet li hember DAIŞ’ê xwedî rolek mezin bûn.  Ji ber wê parastina canê wan li hember her gefekê, erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

 Ji Polîtburoya PDK-Î daxuyanî

Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê PDK-Î daxuyaniyek li ser teqînê belav kir û wiha got: “Şeva 19 ser bi 20’ê Kanûnê ve, saet derdorê 22:00’an di merasîma bîranîna ji dayikbûna Dr. Qasimlo  de, du  teqîn li pey hev, li ber deriyê pirsgeha partiya me rûda.”

Her wiha Polîbburoyê di daxuyaniyê de got ku 6 kesan jiyana xwe jidest dane û  4 kes ji birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê kesên jiyana xwe ji dest dane endamê PDK-Î Elî Qoytasî, PêşmergeyêN PDK-Î Wehab Mîr Xizrî, Salar Baqrî, Erselan Ebas Niya, Endamê Yêtiya ciwanên Demokrat Nasir Kerîmî, Endamê noqteya asayişê Ednan Ebdulah

Polîtburoya PDK-Î da diyar kirin ku lêkolîn li ser  bûyerê berdewame û wiha got: “Asayîş û saziyên peywendîdar li cihê bûyerê  dest bi lêkolînê kirine. Zanyariyên zêdetir wê di daxuyaniyên pêş de bi raya giştî re were parvekirin.” 


 Ji Hikûmeta Herêmê şermezarî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî nîvîskî êrîşa şevê din li dijî avahiya baregeha PDK-Î li bajarokê Koyê a ser bi Hewlêrê ve şermezar kir û wiha tê gotin; "Wê hemû hewldanên me ji bo eşkerekirina van kiryarên terorîstî be. Em dûbare dikin ku hemû  hewldan û tiştên ji destê me were emê ji bo kesên ev bûyer pêk anîn û li pişt bûyerê li gorî yasayan werin cezakirin."

  Daxuyanî wiha berdewam dike; "Ew kesên ev kiryar kirin û li pişta vê bûyerê bi tûndî şermezar dikin. Ser saxiyê ji malbatên şehîdan re dikin û hêviyên şîfayê ji bo birîndaran dixwazin." 


 HEWLÊR