Dîcle diyar kir ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi tehlûkeyeke mezin re rû bi rû ne û got, eger bi têkoşîna gelên Tirkiyeyê re pêşî li vê konsepta şer neyê girtin, ev rewş wê rê li ber karesateke gelekî mezintir veke. Dîcle ragihand, ku deklarasyona wan a xweseriya demokratîk, tê wateya pêşniyazekê ji bo pêşîgirtina li vê tehlûkeyê.


Divê dewlet mafên xespkirî radest bike

Dîcle banga xwe ya li dewletê weha derbirrî: “Em dibêjin, ey dewlet di mijarên perwerde, tenduristî, çandinî, bac û hwd. de hemû mafên ku te ji gelê Kurd xesp kirine, wan mafan ne tenê li gelê Kurd, li hemû gelên Tirkiyeyê, vegerîne, radestî civakê bike. Bila civak pirsgirêkên xwe nîqaş bike û çareser bike. Ev yek nayê wateya cudakeriyê. Mîna ku Rêbertî jî di parêznameyên xwe de timî dibêje, nayê wateya hilweşandina dewletê yan jî bêdewlethiştinê. Ev yek pêwîstiya formulasyona dewleta bi demokrasî ye, ku ji aliyê Rêbertiyê ve tê pênasekirin.”


Ji bo Tirkiye nekeve şerê cîhanê yê sêyemîn

Dîcle bibîr xist, ku demokrasî xwebirêvebirina gel e û got, “Yanî em bibêjin perwerde heye. Daxwaza me ya li ser pewerdeya bi zimanê dayikê, gelo ne daxwaza bingehîn a hemû fraksiyonên Kurd ên siyasî ye? Ji aliyê herî rast heta aliyê herî çep, daxwaza hevpar e. Daxwaza Kurdan a jê neveger e. Em ji dewletê re dibêjin; em naxwazin tu vê pirsgirêkê çareser bikî. Em dixwazin tu tenê wê erkê bidî me, em li qada herêmî Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen kî hebin li Herêmên Xweser, em ê bi xwe çareser bikin û jiyanê birêxistin bikin. Em vê pêşniyazê ji bo tevahiya Tirkiyeyê dikin. Bila hemû, pirsgirêkên xwe yên ziman bi xwe nîqaş bikin, zimanên wan di destûra bingehîn de bên qebûlkirin û mijara perwerde û mufredatê li gorî taybetmendiyên wê herêmê bên amadekirin. Bi taybetî li vê derê li Mîdyatê Suryanî hene, bila mufredatek li gorî zimanê wan bê amadekirin. Divê mufredatek ku dîrok û zimanê wan hînî mirovên me yên din jî dike, bê amadekirin. Ji bo Tirkiye bi temamî nekeve nava aloziya 3. Şerê Cîhanê ya li Rojhilata Navîn, em vê pêşniyazê dikin. Eger dewlet bi rastî jî vê pêşniyazê bi awayekî cidî binirxîne û di vî warî de gavê biavêje, wê cazîbeya demokrasiyê ya Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn û Cîhanê zêde bibe. Di rewşeke berevajî de wê bibe sedema karesatekê.”


Piştre wê dereng be

Hevserokê KCD’ê Dîcle da zanîn, ku eger deklerasyon niha neyê nirxandin wê her kes zerarê bike û got, “Lê di dawiya dawî de Kurd wê ji sedî sed bi ser kevin. Dewlet wê bi ser nekeve. Gel wê bi ser keve. Ji ber ku li cîhanê gelekî ji bo azadiyê şer kirî û bi ser neketî, nehatiye dîtin. Lewma divê ev deklerasyon baş were fêmkirin. Girîng e aqlê dewletê, bi taybetî hikûmet bi awayekî cidî fêm bike. Eger em heta demekê pêşî li rûdana vê rewşa aloz negirin, dibe ku ev pêşniyaz jî êdî lê nebe. Ji ber ku eger qutbûn dest pê bike, ku hînê em ber bi sînorê wê ve diçin, hingê merhaleyeke neyê kontrolkirin wê rû bide.”


Destpêkirina pêvajoya muzakereya demokratîk

Dîcle diyar kir ku ew dibînin ev şer, ev tehlûkeyên mezin, ev rêya şîdetê wê li nava tevahiya civakê, li nava tevahiya xaka Tirkiyeyê belav bibe, lewma ew vê pêşniyazê dikin û got, “Lewma pêşniyaza me, deklerasyona me heye. Ev pêşniyazek e, ji rexne û nîqaşê re vekirî ye. Em nabêjin ilehî me biryar girtine hûn ê jî li gorî wê tevbigerin. Werin bi rêyên demokratîk em ji nû ve dest bi hevdîtinan û pêvajoya muzakereyeke demokratîk a bi azadiya Rêbertiyî re bikin. Ev yek bi kêrî gelên me tê. Polîtîkaya bi ser ketina her du aliyan ev e. Rêya li derveyî vê ne aqilane ye.” n ANF/AMED