Endamê Rêveberiya Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Raber got ku KCK yek ji aliyên Kurd e, pêwîst e pêşniyarên KCK’ê yên derbarê çareserkirina krîzê de, erênî bên pêşwazîkirin. Raber got; “Di demek wiha de ku rewşa Herêma Kurdistanê di xeteriyê de ye, ger ev rewşe neyê başkirin wê xerabtir bibe. Ji bo wê jî divê em spasî û destxweşiya her alî û kes li ser vê rewşê xwedî pêşniyaz û hewldanek erênî be, bikin.”

 

Divê spasî li KCK’ bên kirin

Raber dewama axaftina xwe de got ku KCK aliyekî Kurdistanê ye û pêwîst e li hemberî pêşniyarên wê, spasî û destxweşî bê kirin û bi vî rengî dewam kir: “Belê em wisa dibînin ku hinek aliyên Kurdistanê naxwazin van pêşniyarên KCK’ê qebûl bikin.” Raber da xuyakirin ku divê di rêveberiya Kurdistanê de ti aliyekî Kurdî neyê paşgûh xistin û got; “Ji ber ku em hemû xwedî Kurdistanê ne û hev du temam dikin.”


Barzanî yasayên xwe dimeşîne

Endamê Peywendiyên Dîplomasiyê yê Tevgera Goran Hoşyar Omer jî diyar kir ku ew bang û helwesta KCK’ê bi erênî pêşwazî dikin û got: “Qeyranên Herêma Kurdistanê li ser bingehê pêşbaziya siyasî ne û ev pêşbazî di navbera du rêbazên rêbertiyên cûda de ne.”

Hoşyar Omer ragihand ku li gorî nêrîna Tevgera Goran, sedema qeyrana li Herêma Kurdistanê, pêşbaziya siyasî ye û wiha pê de çû: “Ev pêşbazî di navbera du felsefeya siyasî û şêwazên rêvebertiya cuda de ne. Em û ew aliyên ku me bi hevre proje danîne, dixwazîn li Herêma Kurdistanê sistemekî siyaseta demokratîk hebe da ku bikarin li ser bingeha yasayî wekhev û azad tevbigerin. Mafê hemû xelkê hebe. Lê li hemberî vê PDK’ê sistemek divê, tê de yasa nebe.  Di nava sistema me de Barzanî ji derveyî yasayê dimîne. Bi xwe yasayek li darxisitiye, pê kar dike, ji ber vê sedemê jî pêşbaziyekî siyasiye.”

Omer  diyar kir ku PDK’ê niha rêya leşkerî hilbijartiye û wiha pêde çû: “PDK niha rêya leşkerî hilbijartiye, ji bo me jî tiştekî xerîb nîne. Ji ber ku ew partî nexwediyê baweriyeke kûr a siyasi ye. Di pirsgirêkên li ser bingehên siyasî ne dest bi hêzên leşkerî dikin.”

Omer li hemberî vê yekê bal kişand li ser helwesta Tevgera Goran û wiha ragihand: “Tevgera Goran medenî ye û amûrên leşkerî bikar nayîne. Nikare ewlehî û aramiya Kurdistanê xira bike. Li gorî projeya me pêwîstî bi aramiyê heye. Ev nearamî xizmeta PDK’ê dike, ne ku ya Tevgera Goran.”

Hoşyar Omer di derbarê helwesta KCK’ê ya di derbarê qeyran û aloziyên li Herêma Kurdistanê de jî dîtinin xwe anî ziman û wiha axivî: “Tevgera Goran pêşwaziyê li helwesta KCK’ê ya ji niha de heye dike. Her wiha pêşwaziyê li hemû wan hêzên dike, bi taybet ew hêzên Kurdî û niştîmanperwer in. Li gorî me beşek ji vî welatê ku hatiye parve kirin in. Lê belê di bingehê xwe de qeyran siyasî ye. Dema ku baweriya PDK’ê bi vê yekê hat ku li herêmê pêwîstî bi guhertinê hene, demokrasî nîne û ew welatên ku wêran bûne ji ber ku nekarîne dest ji kursiyên xwe berdin wêran bûne, wê yekrêzî pêkwere.”

 

‘Xwepêşandanan berteka welatiyan e’

Endamê Peywendiyên Dîplomasiyê yê Tevgera Goran Hoşyar Omer di berdewama axaftina xwe de wiha got: “ Qeyrana heyî bi awayekî rasterast bandor li ser jiyana mamosta, karmend û ew kesên ji hikûmetê re kar dikin kiriye. Nikarin pêwîstiyên jiyana malbatên xwe pêk bînin. Duyem, tê dîtin ku hejmarek zêde ya ciwanan li kolanan e û xwepêşandanê dikin, hinek berê xwan didin avahiyên PDK, Tevgera Goran, YNK û Komeleya Îslamî û êrîş dikin li ser, gelek ziyan lê ketine û alên wan anîne xwarê. Ti kes rêvebertiyê ji van xelkê û ciwanan re nake û ne kesekê jî ji bo wan bername daniye. Da ku xwepêşanda vegerîne armancekî siyasî. Tenê armanca wan çareseri ye. Ji ber vê yekê jî ti kes jê re rêbertiyê nake, ji ber ew sistem guh nadin gotinên ti kesê. Xala sêyem jî ew e ku, li gorî min acizbûnekî mezin li hemberî reftarê PDK’ê heye ku sala 2011’an de destê wan ket xwîna ciwanên welatiyên vî welatî. Ji ber vê yekê jî li gorî dîtina me PDK’ê ev rewş afirandiye da ku bikare li ser desthidariyê bimîne.”

Hoşyar Omer bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Em wan gunehbariyên ku tê gotin li pişt van xwepêşandana Tevgera Goran hene red dikin. Ew xwepêşandanên hene, li hemberî me ne jî û me wek Tevgera Goran nîv milyon deng hene û daxwazê wan jî ji me hene. Divê em ji wan re hinek tişt bikin. Ji bo PDK van berpirsigirtiyan li ser xwe bavêje, van gunebariyan tavêje li ser milê KCK yan Tevgera Goran û yan jî aliyekî din û ji bo wan rê ya herî asane avêjin li ser milê kesekî din.”

Berî niha Hevserokê Giştî yê Konseya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di hevpeyvîneke xwe ya taybet ji bo RojNews de bal kişandibû ser qeyrana aborî û koçberiyên li Başûrê Kurdistanê çêdibin û diyar kiribû ku ew weke rêxistin amade ne ji bo her alîkarî û çareseriyê. Li ser vê yekê gelek alî û siyasetmedarên Herêma Kurdistanê ev bi keyfxweşî pêşwazî kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN