
Parlamerterên Partiya Çep a Elman li parlamena eyaletê ya Hamburgê, Cansu Ozdemir û Martin Dolzer, qedexekirina posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin rojeva parlamenê.
Wezareta Karê Hundir a Federal, 2´yê Adara 2017´an giştenameyek ji tevahiya wezaretên karê hundir ê eyaletan re şand û pê, di navê de alayên PYD, YPG/YPJ´ê û posterên Ocalan jî nîşandana gelek sembolên Kurdan qedexe kir.
Ev pêkanîn weke berfirehkirina qedexeya PKK´ê hatibû şîrovekirin. Herçî polîsê Hamburgê ye, 18´ê Cotmehê di çalakiya ji bo azadiya Ocalan de, bi îdîaya ku biryara Dîwana Edaletê ya Federal heye, qedexe kirin. Li gorî îdîayê bi vê biryarê nîşandana wêneyên Ocalan qedexe ye.
Pirsên ku li benda bersiva xwe ne
Parlamenterên Partiya Çep bi pêşniyaz pirsekê ev pêkanîn bire rojeva parlamena eyaletê. Cansu Ozdemir û Martin Dolzer ev pirsên hanê kirin:
* Polîsê Hamburgê 18´ê Cotmehê xwe spart kîjan biryara Dîwana Edaletê ya Federal û posterên Ocalan qedexe kirin?
* Gelo hemû wêneyên Ocalan hatin qedexekirin yan bi tenê ew ê li ser foneke zer ku qutikekî şîn ê sivîl lê ye?
* Ji 2´yê Adarê ve polîsê Hamburgê li çend mîtîngankîjan sembol qedexe kirin?
* Ji 2´yê Adarê ve di çarçoveya “qedexeya sembolan” de çend lêpirsîn hatin birêvebirin, çend bi rê ve diçin?
HAMBURG