Rejîma Beşar Esed bi hemû hêza xwe dajo ser hêzên çekdar yên muxalefetê. Di vê dema dawî de bi belafirên şer digre ser bajar û navendên welat, ku hêzên eskerî yên “artêşa azad” li wir serdest in. Hemû deveran bombe dike. Sedema vê "taktîka nû“ jî ew e ku hêzên artêşê nema dikarin li meydana şer hakim bin û rejîm ji rev û veqetandina eskeran ya ji artêşê ditirse. Ji ber hindê tenê êrîşên hewayî di rojevê de mane û ji bo rejîma Esed bûne hewledana dawî ya têkbirina hêzên muxalefetê.
Li gorî agahiyan li bajarên Derra, Şam û Helebê, hêzên Esed derbeyên mezin li hêzên çekdar yên muxalefetê xistine. Bi taybetî li bajar û bajarokên welayeta Derrayê belafirên şer yên artêşa Esed bargeh û cihên “artêşa azad” bombebaran kirine û bi sedan ji şervanên wê têk birine. Weha xuyaye ku taktîka "artêşa azad“ ya bicihkirina çekdaran di taxên bajar û bajarokan de bê encam maye. Artêşa Esed nema hêzên bejahî dişîne qada pevçûnan, lê ew belafirên şer bi ser wan dajo. Tax û malan bombe dike. Sivîl û çekdaran mahf dike.
Hêzên artêşa Esed siyaseta "erda şewitî“ dimeşîne. Ji ber vê yekê windahiyên çekdarên muxalefetê ( artêşa azad, komên islamîst, şerefanên rêxistina Birayên Misliman) di vê dema dawî de gelekî zêde bûn. Tevî hemû çekên pêşketî yên ku welatên mîna Qater, Arabistana Siûdiyê û Tirkiyê ji bo van hêzên çekdar dewr kirin jî, lê dîsa agahiyên li meydanê serdestiya hêzên Esed didin xuyakirin.
Mirov dikare şerê ku li Sûriyeyê rû dide mîna şerekî heremî li qelemê bi nav bike. Şerekî di navbera şîy û suniyan ku bi destê rejîma Esed û hêzên muxalefetê lidar dikeve. Dewleta Îranê û hêzên şîy li Iraq û Lubnanê eşkere destekê didin rejîma Esed. Li aliyê din jî, Qeter, Arabistana Siûdiyê û AKPê destekê didin hêzên çekdar yên muxalefetê. Ya rast ev hêzên çekdar ne li jêr yek desthilatdariyê ne, lê ew ji gelek koman pêk tên û her yek ji wan xwedî aramancek cûda ye. Gelek ji van koman girêdayî rêxsitina al-Qaîdayê ne û ji bo "avakirina dewletek islamî“ li Sûriyeyê "tekoşînê“ dikin. Ev rastî diyar e û kesek nema dikare veşêre.
Serhildana gel ya Sûriyeye niha dewrî şerekî heremî yê li ser bingehek mezhebî hatiye kirin. Piraniya komên çekdar yên muxalefetê nema xwestekên "demokratî“ û "azadiyê“ yên gelê Sûriyeye dipejirînin. Ew êdî doza dewletek islamî dikin. Eşkere siloganan li dijî elewî û xiristiyanan bilind dikin. Her weha kuştina li ser nasnamê jî dikin. Li gorî raporên rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan ev kom tu rêzê nadin jiyan û mafên welatiyan. Wek bi taybet li Helebê diyar bû, ew komkujiyan li himberî mirovên qaşo nêzî rejîma Esed bûn, pêk tînin.
Mirov nikare van koman wek "şervanên azadiyê” bi nav bike. Her çiqasî ku hêzên rejîma Esed komkujiyan dikin û her roj bi sedan sivîl jî dikujin, lê ev yek meşrûyetê nade komên çekdar ku ew jî sivîlan bikujin an jî eskerên artêşa Esed li ser nasnameya wan/mezheba wan qetil bikin.
Kiryarên van komên çekdar pişta rejîma Esed xurttir kir û hîşt ku ew bi bihaneya "rêlibergirtina çekdarên islamîst“ bi belafirên şer êrîşî tax û bajaran dike û bi sedan welatî bikuje.
Piştî belavbûna nûceyên derbarê komkujî û kiryarên van komên çekdar de, dewleta Îranê û hêzên şîy yên Lubnan û Iraqê cesaret dîtin ku alîkariya xwe ya ji bo rejîma Esed eşkere bikin. Tê gotin ku bi hezaran milîsên şîy niha ji bo têkbirina van "komên çekdarên wehabî“ mil bi mil li gel rejîma Esed re şer dikin. Jixwe Rûsya jî behsa hebûna "komên girêdayî al-Qaîdayê“ dike û ji berê zêdetir tercîha Esed dike.
Destê gelek welatan di nava kar û barê Sûriyeyê de heye. Yek ji van dewleta Tirk û rêveberiya AKP´ê ye. Ew bi riya ajanên xwe yên di nava van koman de hewl dide derbeyan li gelê Kurd bixe. Beriya heftiyekê komek çekdar ku xwe mîna "artêşa azad li herema Hesekê“ da nasîn, êrîşî nuqteyek istixbarata rejîmê li Qamişlo kir. Her weha hin daxuyaniyên dijminane ji aliyê serkêşên "artêşa azad“ li dijî Kurdan hatin dayin. Weha xuyaye ku AKP a ku ji yekîtiya Kurdên rojava bêzar bûye, niha zorê dide ajanên xwe yên di nava muxalefeta Sûriyeyê de da ku ew li dijî Kurdan dest bi texrîbatan bikin. Ez bawer dikim wê helwesta van komên ajanên dewleta Tirk li dijî Kurdan di rojên pêş de de tûndtir bibe. Nexasim piştî damezrandina ( Desteya Bilin ya Kurd) ku heta niha kar û barê wê baş bi rê ve diçe. Ev forma yekîtiyê ya ku Kurdên rojava temsîl dike, wê wek hedefa sereke ya deweta Tirk û ajanên wê were nîşandan. Divê gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî baş ji vê yekê agahdar bin. AKP´ê wê hewl bide ku wan pêkhatiyên “Xweseriya Demokratîk“ li bajar û bajarokên rojava têk bibe. Wê hewl bide eşîreyên Ereb li dijî Kurdan sor bike. Wê komên girêdayî xwe yên di nava "artêşa azad“ de bi ser Kurdan bajo. Wê hewl bide "cerdevanên“ rojava bide xebitandin û bi riya pûlan wan bikire.
Nîşanên liva AKP´ê ya li hemberî Kurdên rojava diyar in. Di destpêkê de belavkirina derew û bêbextiyan li himberî Kurdan û gotina "Esed tevahiya bakurê Sûriyeye teslîmî PYD kiriye“ bi riya alavên ragihandinê yên Ereb û hin xwefiroşên Kurd ku xwe mîna "rojnamevan“ û "siyasetmedar“ didin nasîn. Piştî vê yekê jî wê siyaseta pêkanîna texrîbat, swîqast û komkujî têkeve dewrê. Li gorî dewleta Tirk divê şerekî Ereb û Kurdan peyda bibe û komkujî çêbibin û heremên Kurdan bibin gola xwînê.
Li himberî vê pîlana qirêj divê hêzên siyasî yên Kurdên rojava û tevahiya netewa Kurd agahdar û hayedar bin…
Pêşveçûnên şerê li Sûriyeyê...