Pir kes û aliyan, bi taybetî siyasetmedarên bi ezmun ên mîna Dr. Mahmud Osman timî şiyarî didin ser helwêsta hikûmeta herêmê li ser mesele û şêwazê firotina petrolê û dibêjin; „Bila Hewlêr bi hikûmeta Îraqê re li hev bike û bigihijin îtîfaqekê, ji ber ku Tirkiye ne cihê baweriyê ye."

Lê hikûmeta herêmê weke welatêkî serbixwe tev geriya û di vê hefteya bihûrî de 3 milyon varîl petrola xam a embarkirî di ser Tirkiyeyê re rêkirin bazarên navneteweyî. Ev gava hikûmeta herêmê rê li ber kirîzeke nû vekir. Van rojên dawî hikûmeta Îraqê li rêxistina navnetewî ya sazirganî ku navenda wê li Parîsê le doz li rêveberên Tirkiyeyê ,şirketa BOTAŞ û herêma Kurdistanê vekir.
Yekser piştî vê Serokê Herêma Kurdistanê M. Barzanî berê xwe da Parîsê û bi Serokê Fransa François Hollande re hevdîtin kir. Lê Rêvebiriya Parîsê peyama; “Emê têkiliyên xwe bi Îraqê xirab nekin" dan.
Piştî vê gavê jî Berdevka Werzareta Karên Derve ya Emerîkayê Jen Psaki fikara xwe anî ziman li ser fortina petrol ji aliyê hikûmeta herêmî ve û wiha got: „Nêrîna me nehatiye guhartin, ev kar zirarê dide yekparebûna Îraqê û em li dijî firotina petrolê ne eger Îraq neye razîkirin.“ Ev daxuyanî pir zelal e , ne Emerîka razî ye hikûmeta nerêmê bendê xwe qut bike û bi serê xwe tevbigerê, ne jî di rewşeke bihêz de ye di navberê Îraqê û Tirkiyeyê de û şiyariyên dicî de dane.
Wezîrê Enerjiyê yê Tirk Taner Yildiz dereng neket û yekser di daxûyaniyekê de got; „Hatinên petrolê wê ji sedî 17 bidin rêveberiya herêmê û ji sedî 83 bidin hikûmeta Îraqê û wê bişînin Halk Bankê.“ Lê hikûmeta navendî ya Îraqê  daxwaz dike ku hatinên petrolê divê bişînin Banka Somo ku ji aliyê Îraqê ve ji bo hatinên petrolê hatiye avakirin.
Ya herî balkêş daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêmê Felah Mustefa ye ku dibêjê; "Emerîka BÊDENG BÊ baştire û bihêlê Kurd xwe biryarê xwe biden. Bila xwe nexe nava nakokiyên navberê wan.“ Ev daxuyanî an li gorî îtifaqeke du alî hatiye kirin an rastî ne di zanabûna wê da ne, an jî îşareta Îtifaq û dengeyên nû yên li herêmê ne.
Hêzên Sunî li Mûsilê jî piştî serdana veşartî ya Nucêfî ji bo Tirkiyeyê qala avakirna herêmeke îdarî ya xweser dikin.  
Suniyên Îraqê bi taybet hêzên ku li Mûsilê bandora wan pire yên mîna hêza parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nucêfî û birayê wî Serokê berê yê Parlemera Îraqê Usama Nucêfî serkêşî dikin, dixwazin Kurdan bikşînin vê siyaseta ku wan ji Bexdayê qut bikin û dibêjin; „Yê ku hikûmeta herêmê neçar kiriye bi serê xwe petrolê bifroşe Tirkiyeyê û cîhanê, Hikûmeta Îraqê bi xwe ye.“ Her wiha hincetên xwe jî bi bûdçeyê ve girê didin ku zêdetirî 4 mehin mûçeya karmendên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye qutkirin. Dîsa her sal Bexda bi helwêsteke navendî tevdigere û bûdçeya ji sedî 17 dike karta zextê ser Kurdan û her sal ji bo kêmkirina wê tehdîdan dike.
Ev ne behaneyeke di cîh da ye. PDK ku serkêşiye vê siyaseta macereperst dike her roj dibeje „ezê dewleta Kurd ava bikem“. Lê hevparê wê YNK dibêjê „agahiya me ji firotina petrol û hatinên wê nîne“.
Ev maceraye firotina petrolê hikûmeta herêmê bêyî ku hesabê pêşeroja Kurdan bike, xizmeta kê dike? Ji xwe ev 23 salin hatinên petrolê ku di deriyên sînor re bi tankeran hatiye firtin mijareke din a kirîza navberê Bexda û Hewlêrê da ye. Gel jî ji van hatinan bê par e û ji xwe nerazîbûnên li ser bê edaletî her roj zêde dibin.