‘Petrol ne ji bo gel tê firotin’
Endamê Desteya Aborî yê Parlemana Iraqê û parlemanterê Komeleya Îslamî Ehmed Hacî Reşîd ji RojNews re axivî û bal kişand ser bikaranîna pereyê petrola tê firotin û got; “Ger ew çend petrola tê firotin ji bo berjewendiyên aliyên desthilatdar tê bikarnîn, ji bo gel û xizmeta gel bihata karanîn, wê ti pirsgirêkên gel nemabana. PDK’ê desthilata xwe li ser petrolê daye çêkirin û ji bo xwe weke xeta sor lêkiriye. Çênabe ti kes bi ti şêweyekî qala petrol û firotina wê bike. PDK hewl dide vê hêzê di destê xwe de bigire û bi vêna êrîşî ser aliyên din bike û wan biçewisîne.”
Di dawiyê de jî Ehmed Hacî Reşîd got; “Divê di nava wezareta petrol û gazê de nûnerên hemû aliyan hebin. Kes xwe weke xwedî û pisporê wê nebîne. Ji ber ku yan wê pirsgirêka petrolê Herêma Kurdistanê serbixwe bike, yan jî wê krîza niha li herêmê hîn mezintir û kûrtir bike. Divê hemû aliyên siyasî vê hesasiyetê bizanin û li gorî wê tevbigerin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ