Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Başûrê Kurdistanê Taha Zengene da xuyakirin ku wan bi dewleta Îranê re li ser peymaneke nû ya petrolê li hev kiriye.

Alîkarê Wezîr, Zengene ji televîzyona NRT a li Başûrê Kurdistanê re axivî û diyar kir ku peymana pêncî salî ya bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, bi kêrî Kurdan nayê. Zengene destnîşan kir ku ev peymana bi Îranê re li ser li hev hatiye kirin, wê di hefteya destpêkê ya meha Tîrmehê de bê mohrkirin.


Peyman tê îmzekirin

Alîkarê Wezîr li ser vê peymanê agahiyên berfireh dan û ragihand ku piştî îmzekirina peymanê bi alîkariya dewleta Îranê, wê lûleyeke petrolê bê çêkirin. Zengene got, rojane wê 250 hezar warîl petrol ji Başûrê Kurdistanê biherike Îranê. Li gorî agahiyên Zengene, petrola Kerkûkê wê di ser Kirmanşahê re biherike.

Sefîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yê li Tehranê Nazem Dabbagh jî li ser heman mijarê axivî û diyar kir, peyman wê li Tehranê bê îmzekirin.

Tê payîn, ev peyman bandorê li herikîna 500 hezar warîl petrola Başûrê Kurdistanê ya di ser Tirkiyeyê re belav dibe, bike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN