Li gundê Balê yê girêdayî Minbicê, TEV-DEM᾿ê bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê, civîna gel lidar xist. Civîna ku bi sedan welatiyên kurd,ereb û tirkmen ên ji gundên Balê, Bukeyran û Medna beşdar bûn, bi rêzgirtinê destpê kir.  Di civînê de Serokê Meclîsa Gel a Minbicê Ebdurehman Betran axivî. Betran, bal kişand ser geşedanên dawî yên li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê û êrîşên komên çedar ên li dijî Efrînê şermezar kirin. Betran, destnnîşan kir ku dijminên gelê kurd bi hemû hêza xwe hewl didin ku gelê kurd ji pêvajoya guhertina li Sûriyê bêpar derkevin û got: ᾿̓ Gelê kurd bi berxwedanek bêhempa dê hemû planên dijber vala derxîne.᾿̓

Endamê Saziya Zimanê Kurdî Fadil Mihemed jî di civînê de axaftinek kir û diyar kir pêwîste tu kes dest ji fêrbûna zimanê kurdî berne de.
Di dawiya civînê pirsên beşdaran hatin bersivandin. 

QAMIŞLO