Jans piştî nirxandina xwe ya li ser pêşniyarbiryarê ji Parlamenta Federal xwest bersivê bide van hersê pirsan:
- Weke Parlamenta Federal hûn pêvajoya aştiyê bi awayekî fermî destek dikin û pêvajoyê silav dikin an na?
- Ji bilî piştgirîdayîna pêvajoyê, ti derfetên we hene ku pêşkêşî hukûmeta Tirk bikin da ku pêvajo mayînde bibe?
- Derfetên we hene, ku hûn ezmûnên me yên li ser bineyatiya pir zimanî û federal a welêt, ji hukûmeta Tirk re ragihînin?
Pêşniyarbiryara Parlamenterê SP yê Parlamenta Federal Beat Jans hat qebûlkirin û parlamentê ev biryar stend:
- Parlamenta Federal, hevdîtinên bi Ocalan re û gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi hêviya çareseriyê silav dike.
- Swîsre welatekî xwedî li mafên mirovan derdikeve, ku dixwaze li her cihê şer ê cîhanê, aştî serdest bibe. Em amade ne ji bo rêveçûna pêvajoya li Tirkiyê derfetên xwe û ezmûnên xwe parve bikin.
- Tirkiye di nava amadekariya destûreke nû ya bingehîn de ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em di haya girîngiya vê destûra bingehîn de ne. Daxwaza Kurdan a ji bo Mafê Perwerdeya Zimanê Dayikê û hwd. li gorî destûra me ya bingehîn e. Weke Swîsreyê em amade ne, li ser daxwaza herdu aliyan tevlî pêvajoyê bibin û ezmûnên xwe parve bikin.
ANF/BERN