
Muslim destnîşan kir ku ew ê referandûma makeqanûnê jî boykot bikin. Muslim bal kişand ser daxuyaniya Serokê Konseya Neteweyî Bûrhan Xalyûn jî û got; “Tu bingehê soza ji bo xweseriyê ya daye Kurdan tune û ev yek tenê axaftin e.”
Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê Bûrhan Xalyûn di konferansa ‘Koma Dostên Sûriyeyê’ ya li Tûnisê hate lidarxistin de got; “Dê mafên Kurdan ên xweserî û çandî bêne dayîn”, lê belê vê yekê di encamnameya konferansê de cih negirt. Li Tûnisê Konferansa ‘Koma Dostên Sûriyeyê’ bi beşdariya zêdetirê 60 welatan pêk hat û di konferansê de bang li rejîma Esad hate kirin ku dawî li tundiyê bîne. Her wiha hate diyarkirin ku divê danekirin û pêkanînê li ser Sûriyeyê zêdetir bêne şidandin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ew piştgirî didin mûxalîfan, lê agahiyên berfireh der barê mijarê de nehatin dayîn. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ew ‘dilsozên desthilatî, serxwebûn û yekpariya axa Sûriyeyê ne’ û hate destnîşankirin ku divê çareseriyeke siyasî ji vê krîzê re were dîtin. Koma Dostên Sûriyeyê diyar kir ku ew Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ‘weke nûnerê rewa yên Sûriyeyiyên ku li aştiyeke demokratîk digerin, dibînin” .
Salih Muslim ku ji bo hin hevdîtina li Tûnisê ye û diyar kir ku daxuyaniyên Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê tenê axaftin in û wiha got: “Di bernameya wan de tiştek tune ye. Ji bo vê yekê jî tu peymanek nehatiye morkirin.” Muslim diyar kir ku vê konseyê ne bi wan re û en jî endamên din ên Komîteyê re tu hevdîtinek pêk neanîne.
Muslim diyar kir ku ev gotinên Xalyûn ji jidiliyê dûr in û ne cihê baweriyê ne û bal kişand ku biryarên di konferansa li Tûnisê de hate dayîn, li derve hatine amadekirin. Muslim diyar kir ku ev konferans ji aliyê welatên weke DYA, Tirkiye û Erebîstana Siûdî ve ji bo gelê Sûriyeyê û Kurdan hatiye civandin. Rêberê PYD’ê destnîşan kir ku dixwazin bi vê yekê hin komên Kurdan bikişînin aliyê xwe û got ku Kurd nema êdî ji gotinên bêbingeh bawer dikin. Her wiha, Muslim diyar kir ku ew dixwazin bi Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê re jî hevdîtin pêk bînin.
Muslim bi bîr xist ku di navbera partiyên Kurdan de peymanek pêk hatiye û diyar kir ku di navbera Meclisa Gelê Kurd û Meclisa Neteweyî ya Kurdan de protokol hatine îmzekirin, piştî çend rojên din jî êdî dîsa hevdîtin pêk bên. Muslim diyar kir ku ji bo rageşiya di navbera kom û partiyên Kurdan de ji holê rabe, wana dest bi xebata sazkirina komîteyekê kiriye.
Di mehên çile û sibatê de, di navbera yekitiya PYD û çar partiyên din ên Kurd têde ne, û Meclisa Neteweyî ya Kurdan ya ji partiyên beşdarî konferansa di 28-29’ê çile de li Hewlêrê bûn, pêk tê, de gelek hevdîtin pêk hatibûn.
Hevdîtinên derve
Muslim diyar kir ku rêveberiyên Moskow û Pekînê di meseleya Sûriyeyê de, di heman eniyê de cih nagirtin, lê belê hin tiştên ku wan nêzîkê hev du dikin hene. Muslim diyar kir ku wana, di dema serdana şandeya Rûs a bo Şamê de, bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya û berpirsên têkiliyên derve yên Parlementoya Rûsyayê re hevdîtin pêk anîne wiha got: “Em di mijara destwerdana derve û çekdarkirina muxalîfan de weke hev dihizirin.” Muslim bi bîr xist ku Rûsyayê di Konsteya Ewlekarî ya NY’yê de pêşnûmeya qanûna li dijî Sûriyeyê veto kiriye û diyar kir ku ew bi xwe jî li dijî wê yekê ne ku rejîm ji aliyê hêzên derve bi darê zorê were hilweşandin, ji ber ku ev yek dê bibe sedem ku gelek xwîn biherike. Muslim diyar kir ku wan ji nuerên Rûs re gotine divê rejîma Esad biçe û rayedarên Rûs jî bi erênî nêzîkê daxwazên wan bûne.
Rêberê PYD’ê destnîşan kir ku wan bi navê Komîteyê, ji meha borî ve sê caran bi Îranê re jî hevdîtin pêk anîne û diyar kir ku rejîma Îranê jî bi heman awayê erênî nêzîk bûye. Muslim bal kişand ku zîhniyeta Sûriyeyê heta niha jî neguheriye.
Muslim diyar kir ku wana tu hevdîtin bi rejîma Esad re pêk neanîne û got ku ew dixwazin ev rejîm bi tememî biguhere. Rêberê PYD’ê destnîşan kir ku wana biryar daye ku referandûma makeqanûnê ya ku di 25’ê sibatê de ji aliyê rejîma Esad ve pêk tê, boykot bikin.
Tirkiye bi riya kampan sîxuran dişîne
Serokê PYD’ê bal kişand ku li aliyekê bûyerên bi xwîn ên li Sûriyeyê berdewam dikin, li aliyek din jî ew ne li bendê ne ku destwerdaneke derve li hemberî Sûriyeyê pêk bê, di konferansa li Tûnisê de jî didin diyarkirin ku ew alîgirê çekdarkirina gel in. Muslim hişyarî da û diyar kir ku ev dê encameke pir xirab bi xwe re bîne. Muslim diyar kir ku li pişt hêmanên çekdar jî Tirkiye hene û ev komên çekdar li Tirkiyeyê kamp danîne û bi rêya îstîxbaratê derbasî Sûriyeyê dibin.
Komîte rê kontrol dikin
Serokê PYD’ê nûçeya çapemeniya Tirk a ku digot ku sempatîzanên Kurd ‘bi ser qereqolê de girtin’ jî derewand û diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê xwe rêxistin kiriye û komîteyên gel bi xwe rê kontrol dikin. Muslim got; “Evane ne kesên çekdar ên ji derve hatine ne. Gelê me rêxistinkirî ye. Li her derê komîteyên gel û meclîsên gel hene. Ew bi xwe xwe diparêzin.” Muslim destnîşan kir ku rejîma Sûriyeyê naxwaze Kurdan bîne dijberê xwe û diyar kir ku hin caran di navbera leşkerên rejîmê û van komîteyan de rageşî çêdibin, herî dawî sîxûrek li Kobaniyê hate kuştin.
Heta Newrozê pêvajoyek diqede
Serokê PYD’ê destnîşan kir ku bi awayeke giştî dest nadin hev du û got ku avakirina meclîs û rêxistinên herêmê ber bi dawî ve diçe. Muslim ragihand ku navê hemû gund û bajaran hatine guhertin û li van herêman jî dibistanên ziman hatine vekirin
Serokê PYD’ê diyar kir ku dê heta Newrozê hilbijartinên meclis û komîteyan biqedinînin û wiha got: “Divê em pir baldar bin. Lîstikên pir mezin hene. Ji niha û pêve divê em destkeftiyên ku me bi dest xistine, mayînde bikin.” Muslim diyar kir ku di vê demê de partiya wan li her derên Rojavayê Kurdistanê bi awayeke berfireh hebûna xwe nîşan dide.
MAXİME AZADÎ
ANF/BRUKSEL