Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê roja 24’ê Hezîranê ‘hilbijartin’ pêk hat. Beriya 24’ê Hezîranê girîngiya van hilbijartinan gelek caran hatibûn destnîşankirin. Êdî li Tirkiyê sîstemeke nû heye. Ev sîstem ji aliyê tevahiya dewletê ve hatiye dizaynkirin û Erdogan danîne ser qoltixa rêveberiya sîstemê. CHP û partiyên din ên sîstemê jî bi vê yekê qanih kirine. Yek armanca vê sîstema nû, ku jêre dibêjin ‘sîstema serokatiyê’ dûrxistana Kurdan a ji rêveberiya welêt e. Çi kirin nekirin nekaribûn Kurdan ji derveyê parlemenê bihêlin, dîtin ku nabe parlamento ji binî bê manê û bê erk kirin. Parlamento êdî tenê cihê nîqaşê ye, bi serê xwe bê fonksiyon e. Lê di sîstema berê de HDP dikaribû di hilbijartina pêş de bibe şirîkê hikûmetê. Dikaribû bibe partnerekî rêveberiya welat. Lê di vê sîstemê de ev yek hema bêje êdî ne mûmkin e. Ji ber vê yekê di nava xwe de li hev kirin û sîstema ‘serokatiyê’ kirin meriyetê.
Bêguman ev sîstem ji bo tevahiya Tirkiyê xeter e. Piraniya civakê li hemberî vê yekê ye. Û hej ne diyare wê çiqas dewam bike. Ev jî girêdayî têkoşînê ye, lê ji bilî Kurdan û hêzên demokrasiyê têkoşînek radîkal li hemberî vê yekê nîne.
Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo red kirina vê sîstemê firsendek bû. Ji aliye arîtmetîk ve Erdogan winda kir. Lê tişta ku kete sindoqan ji sindoqan derneket. Yanê; encamên hilbijartinan hatin çêkirin. Pê hatin leyistin, weke ku berê hatibû gotin ne tenê deng, hemû hilbijartin hat dizîn. Derbeyek çêbû. CHP û partiyên din (ji xeynî HDP’ê) neçarî vê rewşê kirin. Yanê şanoyek hat çêkirin. Aqilekî li ser partiyan, ji partiyan mezintirin, ku xwe xwediyê dewletê dibîne, kete dewrê û got ‘lazime rewş wiha be.’ Yanê; lazime ev sîstem were qebulkirin, Erdogan jî li cihê xwe bimîne. Ji bo pêşoroja Tirkiyê vê projeyê li ser partiyan dan ferzkirin. Hejmara dengan jî wisa belav kirin. Bi qasî ku têra Erdogan dike deng dan aliyekî, û yên din man. Namzed û serokên partiyan heta sê rojan winda bûn û newêribûn gotinekê bêjin. Dengên HDP’ê jî dizîn, hema bêja bi çend dengên biçuk bi qasî 10 kursî ji xwe re veqetandin. Ji aliyê arîtmetîk ve dikaribûn HDP’ê di bin benda sedî 10 de bihêlin. Ji xwe pêşî wisa nîşan dan. Lê ji ber ku HDP pir deng stendibû ewqas dizîtî êdî zehmet bû. Êrê nekaribûn pêşî li HDP bigrin lê plana wan a li hemberî HDP; têk birine. Êrişên wan ên li hemberî HDP û siyasetmedarên Kurd ji niha û pêve wê dijwartir dewam bike.
Dewleta Tirk, li gorî plan û projeyên xwe yên dema pêş şekil da encamên hilbijartinan. Di van plan û projeyan de ji bilî şer ti tiştek tineye. Rewşa li cîhan û herêmê weke rewşa şerê yekem ê cîhanê dibînin û dixwazin di dizayna nû de Kurd tinebin, ji bo vê yekê jî siyaseta qirkirinê didin meşandin. Hemû kar û barê xwe ji bo vê yekê dizayn kirin. Rê ji siyasetê re nehiştine, li Tirkiyê ji bilî têkoşîna radîkal êdî hema bêje ti rê û rêbaz nemane.
Tirkiye tiştên ku sedsal berê kiriye dixwaze dîsa bidomîne. Baweriya xwe bi teknîk û teknolojiya nû tînin. Lê belê her dem û çax bi xwere deriyên nû vedikin. Hêza wan a ku Kurdan têk bibin nîne. Lê hêza wan a ku Kurdan biêşînin heye. Hêza Kurdan a ku vê sîstemê perçe bike jî heye. Ev rastiyek e. Şert û mercên têkoşînê Tirkiye destnîşan dike lê belê Tirkiye nikare encaman diyar bike. Eger kariba 90 sale niha zûde kiribû.
Divê em Kurd jî ji her tiştî re amade bin. Kurd ji doh bi qewettir in, sibê ewê ew qewet mezintir bibe. Dijminê Kurdan her diçe qels didin. Çiqas qels dibin ewqas dengê xwe bilind dikin. Erdogan nimuna vê yekê ye. Ew qîreqîra ku dikin nîşana têkçûyina wan e. Û ewê bi xwe bibînin ku planên niha dikin ne Kurdan ewê wan bi xwe têk bibin.