Şandina heyeta çavdêrên Ereb jî parçeyeke ji vê pêvajoya berî destwerdanê ye û hemû pêşketinên kul i welatî çêdibin amadekariya pêvajoyeke nû tê kirin.
Dibe ku di destpêka serhildanagelê Sûriyeyê de sînaryoyek hemû ku roleke giring dida Tirkiyeyê lê ew sînaryo neçû serî lewre jî hikûmeta Tirkiyeyê di dema wê pêvajoyê de bênavber daxuyaniyên gef û tehdîdan ji Serokdewlet ta bi serokwezîr û wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê tevan û di demên pir nêzîh ev de daxuyanî û tehdîdên mezin kirin lê ji nişkan ve nema deng ji kesekî ji wan rayedaran hat. Ev jî dide xuyakirin ku ew sînaryoyê berê hatiye betalkirin û niha sînaryoyek nû tê amadekirin.
Niha jî em dibînin ku çawa gav bi gav ji bo pêvajoyeke nû amadekarî tên kirin di nava metirsiyên şerekî navxweyî ê giran û rewşeke aborî ya xirab de ev gav tên avêtin. Niha piştî ku pêwîra heyeta çavdêrên Erebî a li Sûriyeyê bidawî bû, şandeya çavdêran dê raporeke giştî li ser çavdêriyên xwe amade bike û pêşkêşî serokatiya Yekitiya welatên Ereb bike.  Li gorî wê raporê dê biryarên nû derbarê Sûriyeyê de werin girtin. Ez vê jî bêjim rapor çi dibe bila bibe ew jî ne ji alî rejîma Sûriyeyê ne jî ji alî muxalifên Sûriyeyê ên ku kavilên wan jî gelekî belav in nayên qebûl kirin.
Bi vê raporê dê dawiya pêvajoyekê û destpêka pêvajoyeke din were destpêkirin. Ji niha vê welatên Yekitiya Ewropayê û welatên Yekitiya Ereban xwe ji bo pêvajoyeke nû amade dikin. Welatên Rojava xwe ji bo ambargoyên nû û bêtir bi bandor li dijî rejîma Beşar Esad amade dikin. Rûsyayê jî dîsa da xuyakirin ku ew li dijî ambargo û biryarên li dijî Sûriyeyê ye û ew dê mafê xwe yê vetokirinê bikar bîne.
Li vir siyaseta Tirkiyeyê jî ya ku pêşî destek dida rejîma Sûriyeyê paşê li wan qulibî û niha destekê dide muxalifên li gorî dilê xwe.

Bê guman her kes dizane ku armanca sereke ya Tirkan ji destwerdana karê Sûriyeyê ew e ku Kurd li wir nebin xwedî statuyekê û hem jî hevalbendên xwe yê qaşo misilman bîne ser desthilatdariyê. Heta niha xuya nake dê Tirkiyeyê bighê armanca xwe yan nal ê tiştê herî giring li vê derê ew e ku ew siyaseta Tirkan a digotin sifir problem bi cîranan re niha bû sifir têklî bi cîranan re. Ji ber ku têkliyên wan hem bi Bexda û hem bi Şamê re xira bûn û bercewendiyên wan ê ku herdem li dijî Kurdan dibûn yek vê car êli ser parvekirina Rojhilata Navîn di navbera wan de dubendî derket.

ŞAM