Joakîm Medîn ku di dema giranbûna êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de yekem rojnamevanê rojavayî yê li herêmê bû, berî û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê çavdêriyên xwe yên li Kobanê û Pirsûsê, Zûhat Kobanê jî girîngiya Şoreşa Rojava û Kobanê anîn ziman.
Zûhat Kobanê da xuyakirin ku şoreşa Rojava ji bo Kurdan, berxwedan û şoreşa mezintirîn a sedsala dawî ye û destnîşan kir ku ji ber vê şoreşê statukoya bi Peymana Sykes-Picot derket holê têk bir, welatên Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê aciz kiriye.
Kobanê di dewama axaftina xwe de ragihand ku rêya meşandina polîtîkayê li Sûriyeyê, bi hêzbûyîn û rêxistinbûyînê dibe û destnîşan kir ku avabûna hêza Kurdan welatên herêmê bi taybetî jî rêveberên Tirkiyeyê tirsandiye.
Zûhat Kobanê destnîşan kir ku kantona Kobanê cihê destpêkirina şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd semboleke û lewma hedef hatiye girtin. Kobanê da xuyakirin ku DAIŞ û dewleta Tirk a destekê dide wan, tecrûbe û ezmûna 40 salan a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ji bîr kirine û destnîşan kir ku Kobanê ya zêdeyî 40 roj in li ber xwe dide, ber bi serketinê ve diçe.
Rojnamevan Joakîm Medîn jî diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Kobanê bûne sedem ku Kurd xaka xwe biterikînin, lê di heman demê de bala hemû cîhanê kişandiye ser Kurdan.
Medîn di dema çûyîna Kobanê de astengiyên dewleta Tirk derxist pêşiya wî anî ziman û atmosfera li Kobanê vegot.
Medîn diyar kir ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de çekên gelekî pêşketî û giran ên malê DYA, Çîn û Rûsya hene, gerîlayên YPG û YPJ jî bi çekên sivik ên mîna kalaşnîkovê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke lehengî nîşan dane.

Medîn anî ziman ku di rewşeke tevlîhev a hestan de ew neçar ma Kobanê biterikîne û got, "Dema min ew der terikand, moraleke xurt û daxwazeke mezin a şerkirinê hebû. Li navçeyê bi hezaran sivîl hebûn û navçe nediterikandin. Ji bo min rewşeke gelekî cuda ye ku li wir bimam û rewş ji cîhanê re ragihanda."


MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM