Li gel helbestkarên klasîk wekî Baba Tahirê Uryan ên nûjen jî Eskerê Boyik, Berî Bihar, Jîr Dilovan her wiha helbestên hunermend jî di albûmê de hene.
Ardil Ariya di albûma xwe de bi straneke enstrumantal a bi navê ‘Dayê’ xwestiye bi diyariyek diya xwe bi bîr bîne û derbarê vê yekê de wiha dibje: “Min ev stran ji bo diya xwe ya 6 sal berê wenda kirî çêkir. Evîn û kovana xwe ya ji bo wî min pêşî xwe bi gotinan vebêjim. Lê her tim kêm ma. Gotinan têrî vegotinê nekir. Lewre min xwest bi awayekî enstrumantal li albûma stranek zêde bikim.”
Guldesteyek ji stranên gelerî
Di albûma ‘Ziman û Evîn’ de strana herêma Amedê ‘Kirasê te meles e’ jî ya ku ji alî hunermanda Kurd Ayşe Şan ve hat nasîn, cih digire. Ariya diyar dike ku sedema bijartina vê stranê bandorbûna ji jiyana Ayşe Şan e. Her wiha xwestiye ji bo jiyandina bîranîna Ayşe Şan ev strana navdar bistire û wiha pê de diçe: “Tirba Ayşe Şan tevî xwesteka wê ne li Amedê li Îzmîrê hat veşartin, ev yek her tim ez êşandime. Li gor min divê hunermandên Kurd înîsîyatîfeke ava bikin û wasîyeta Ayşe Şan ya veşartina Amedê bi cîh bînin.”
Çavkanî helbestên Kurdî ne
Gotinên stranên Ardil Ariya de zêdetir ji helbestên Kurdî pêk tên. Ariya derdibire ku piştî çûyîna kursên zimanê Kurdî eleqa wî ya helbestên Kurdî zêde bûye û ji bo pêş de birina Kurdiya xwe helbestên Kurdî xwendine. Her wiha Ariya destnîşan dike ku divê hunermendên Kurd li hemberî komkujiya çandî û fizîkî ya li hemberî gelê Kurd tê meşandin bêdeng nemîne û ji wêjeya Kurdî û giyana Kurdî sûdê wergire.
Şagirtê Akademiya Çanda Kurd
Ariya derbarê nasîna xwe mûzîkê û perwerdeya mûzîkê de wiha dipeyive: “Ji 2003’an ve li Kolnê di bana Akademiya Çanda Kurd de tevlî kursên cihê bûm. Di rêveberiya mamoste Kemal Dînç de ez beşdarî kursên şan, solfej, baxlema û li gel vê kursa gîtarl ya mamoste Merdan bûm. Di navbera 2005-2009 de min bi xwe jî i hin saziyan kursa baxlema da. Di navbera 2007-2010 de jî di pêşengiya Koma Berxwedan de di nav xebatên Koroya Neteweyî de min cîh girt. Di dema xwendakariya xwe ya zaningehê de jî bi awayekî çalak tevlî xebatên YXK’ê (Yekitiya Xwendavanên Kurdistan) bûm û li gel wan tevlî çalakiyên çandî bûm û gellek caran derketim ser dikê. Piştre jî di şevên partiyê û saziyên sîvîl de derketim dikê lê di sê salên dawiyê de min derketina ser dikê mînîmalîze kir û li ser çêkirina albûmê hûr bûm.”
Ardil Ariya kî ye?
Ardil Ariya di 1978’an de li navçeya Konya Cîhanbegliyê tê dinê. Dibistana seretayî û navîn li gund kudand û pişre li gel malbata xwe koçî Almanya kirin. Li Almanya jî li Zaningeha Teknîk ya Kolnê Endezyariya Înşaatê qedand û niha di Deutsche Bahn( Di Rêhesina ya Almanan) de wekî Endezyarê Projeyê dixebite. Ardil Ariya zewicî ye û keçekê wî ya bi navê Asmîn heye.
DîLAN BÎÇER/NAVENDA NÛÇEYAN