Hunermenda Kurd Rûşen Alkar di albuma xwe ya yekem a bi navê ‘Sebr’ de hewl dide formên muzîka Kurdî û Rojava bigihîne hev. Rûşen Alkar ji bo pêşxistina muzîka Kurdî di nava hewldanê de ye û bi giranî muzîka Kurdî di formên caz û rock de şîrove dike. Alkar salên dirêj in bi muzîkê re eleqeder e, albûma xwe ya yekem a berhema keda 3 salan, bi navê ‘Sebr’ pêşkeşî muzîkhezan kir.
Alkar, bi muzîkê re di salên lîseyê de mijûl bû û di wan salan de perwerdehiya muzîka Rojava girt. Alkar di zanîngehê de jî perwerdehiya xwe ya muzîkê berdewam kir û di nav salên borî de li gelek bajaran jî di konseran de stranên xwe pêşkeşî guhdaran kirin. Yek ji taybetmendiyên Alkar jî ew e ku li gel stranên Kurdî, stranên bi Îngilizî, Fransizî û Îtalyanî jî çêdike.



Têkoşîneke mezin dixwaze

Alkar ji bo pirsa navê albuma xwe ev bersivê dide: “Demek dirêj e di dilê min de evîna muzîkê heye. Lê ji ber rewşa welêt, sedemên siyasî û aborî heya niha min nedikarî albumekê amade bikim. Ji ber ku riya muzîkê têkoşîneke mezin dixwaze lewra jî min navê albumê danî Sebr.”




Ji heta Roboskî û Geziyê


Alkar da zanîn ku di albuma wê de hem stranên Kurdî hem jî stranên Tirkî hene. Yek ji stranên di albumê de jî strana hunermenda mezin a Kurd Eyşe Şan a bi navê “Were Keçê” ye ku ji nû ve hatiye şîrovekirin. Di albuma ku 10 stran tê de hene, stranên ku Komkujiya Roboskî û berxwedana Gezî jî tîne ziman hene.




‘Ezê bi evîn û sebrê berdewam bikim’


Alkar, derbarê nêrînên guhdarên xwe û xeta xwe ya muzîkê de jî wiha şîrove kir: “Ez bawer im yên min guhdar dikin, rengê muzîkekê ku ji aliyê xwe yê otantîk veqetiya ye û entegreyê muzîka Rojavayê bûye dibihîsin. Di bingeha min a muzîkê de muzîka Rojava heye.” 

Alkar herî dawî dibêje ku ewê bi evîn û sebreke mezin xebatên xwe bimeşîne. 


 DÎHA/STENBOL