Hunermendê Kurd Hesen Şerîf têkildarî serdana wargehê wiha axifî: “Cara yekeme ku ez di nava kelecanek ev qas mezin de me.” Hunermend Hesen Şerîf da zanîn ku, ji ber ya niha li vî warî ku jiyan lê tune bû mirov bikare li ser bijî, lê belê ez niha temaşe dikim ku ev cihê Wargeh lê hatiye danîn jiyan ji nû ve afirandine, ji tunebûnê hebûn ava kirine. Şerîf da zanîn ku, ew niha di nava vî gelî de gelekî kêfxweşe û bi munasebeta rojek wiha pîroz Roja 8’ê Adarê li gel gelê Wargehê kêfxweşe.
Her wiha Hunermend Hesen Şerîf hestên xwe yên girêdayî 8’ê Adarê jî wiha tîne ziman: “Di serî de Roja 8’ê Adarê li tevahî jinên Kurd ên kedkar û şoreşger ên ku li pey azadiyê diçin pîroz dikim.” Şerîf bal kişand ser rola jinê ya di nava pêşketina Kurdistanê de û wiha da zanîn, di Rojhilata Navîn de di pileya yekemîn de cihê serbilindahiyê ye ku jina Kurd di nav hemû kar û xebatan de cihê xwe digirin û weke aktorê jiyanê di nava tevgerê de ye.
Hesen Şerîf hest û baweriya xwe a der barê aştî, azadî û yekbûna Kurdan de wiha bi lêv kir “Hestên min ên Kurdî gelek mezinin, baweriya min jî gelek mezine. Eger hêvî û bawerî di dilê mirovan de tune be mirov nikare bigihîje tu armanca xwe. Em dixwazin bigihîjin mafên xwe, em dixwazin bi nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe û ala xwe bên nasîn û bijîn.”
‘Em gelekî aştîxwaz in'
Şerîf bal kişand ser erk û rola rêxistinên Kurdan û got: “Pêwîste weke Kurdekê ku em hemû kar bikin, heya azadiyê rêxistinên Kurd ji hemû deman bêhtir di nav xebat û yekîtiyê de be.” Hunermend Hesen Şerîf da zanîn ku, hunermend û hozanên gelê Kurd di hemû deman de pêwîste serkêş û yekrêzi, peyama gelê Kurde û pireke di nav hemû komên civakan de û di heman demê de berpirsyariyên dikeve ser milên hozanên Kurd xwedî derkeve û ji bo yekîtiya gelê Kurd bixebite. Ev barê hemû hozanên Kurd e ku ji bo piştgirîdayîna pêvajoyê û kar kirinê ku heya em bigehin azadiyê.
Hunermend Şerîf balkişand ku, gelê me hîn ne azade, gelê me gelekî bindeste, ji bo vê jî divê em xebatên gelek bi hêz bidin meşandin. Azadî ji me gelek xebatan dixwaze. Azadî ji me hemûyan çi keç dibe çi jî xort, çi kal , çi jin çi jî ciwan dibe xebatek pîroz dixwaze.
'Huner ji bo gel e'
Şerîf bal kişand ser rewşa Hunera Kurdî û wiha da zanîn demên borî hejmara hunermendên ku bi hunerê re mijûl dibûn kêm bûn. Lê, niha ev hijmar gelek zêde ye. Bes hin kes bi rastî huner dikin an jî tiştek din mirov nizane. Ji ber ku li gorî çanda me an jî Kurdîtiya me huner nakin. Huner ji bo gelê xwe mirov dike, ne ku ji bo dewletê yan ji berjewendiyên kesî. Ji bo hemû hunermendan rêzên min heye, lê divê ku hunermend eslê xwe û ji ku dere hatine ji bîr nekin. Erka ku dikeve ser milê wan di vî warî de divê bi cih bînin.
‘Mirov bi çanda xwe heye'
Hunermend Hesen Şerîf da diyar kirin ku, divê hemû hunermendên Kurd bibin yek û li gorî çanda xwe xebatan bidin meşandin. Ji bo yekbûna neteweya Kurdan jî kar û bar bikin. Ên ku eslê xwe wenda kirine jî divê di ragihandinên Kurdî de cih nedin wan an jî bi wan bidin hiskirin ku wan çanda xwe ji bîr kiriye, bizivirin çanda xwe heke bibe dengê gelê xwe û awazê xwe bi zimanê xwe vebêje, bi çanda xwe re bijî dibe Kurd. Mirov bi çanda xwe û nasnameya xwe heye û bi vî rengê xwe dide diyarkirin. Heke çanda te jiyana te de cih negire wê demê tu çandekî biyanî re dijî û tu ne Kurdî tiştek din î, divê em çanda xwe ji bîr nekin û bi hêz lê xwedî derkevin. Ji bo yekbûna neteweya xwe jî em xebat bikin.
ANF/MEXMÛR
Hunermend Hesen Şerîf mizgînî ya albûma xwe ya nû ya ku ji Klasîkên Kurdî yên kevin pêktê da guhdarên xwe. Hesen Şerîf got: “Ev Albûm ji Klasikên Kurdî yên kevin pêk tên ango di nav çanda Kurdan de wenda bûne weke hozanê Kurd dixwazim van berhemên Kurdî zîndî bikim. Bêguman eger ev destketî û kevneşopî tunebûya wê me niha nedikarî em çanda xwe bikin. Ev erka me hemûyane, em çanda xwe ya Kurdî biparêzin.” Herî dawî Şerîf da zanîn ku wê 3-4 stranan jî ji van klasîkan bikin klîp.