Piştî ku bajarê Şengalê di 13 Cotmehê de ji aliyê hêzên HPG, YBŞ, YPJ Şengal, YJA STAR, û pêşmergeyan hate rizgarkirin, rêveberî û çapemeniya PDK'ê îdîa kir ku ’Şengal ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye azadkirin’. Parlamenterê HDP'ê yê Êzîdî Alî Atalan û Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek, di vê derbarê de ji ANF’ê re axivîn û gotin pêwiste Şengal bibe xwediyê statuyek azad û xweser.
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan diyar kir ku azadkirina Şengalê gelekî girîng e û got, "Girîng e Şengal li gorî taybetmendiya xwe bibe xwedî statuyeke azad û xweser."
‘Êzîdî nikarin bê statu bijîn’
Atalan ragihand ku êdî Êzîdî wê bikevin nava lêgerîna vegera li xaka xwe û destnîşan kir, ku armanc û daxwaza wan jî ev e. Atalan bal kişand ser komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an a li dijî gelê Êzîdî pêk hat û diyar kir ku “Derket holê ku Êzîdî li Kurdistanê nikare bi awayekî bêrêxistinî, bêparastin û bê statu bijîn.”
Alî Atalan bal kişans ser avakirina YPŞ’ê û gotinên xwe wiha domand: “Gelê me ji bo bibin xwedî statuyekê bi vê bîr û baweriyê li Şengalê YBŞ ava bû. Êzîdî dixwaze statuya xwe bi xwe diyar bikin û bi Kurdistanê ve girêdayî bin.”
Parlamenterê HDP'ê Atalan bal kişand helwesta PDK'ê ya li dijî PKK'ê û got, "Piştî ku Şengal hat azadkirin, PDK'ê bi helwesteke pragmatîst rabû feraseta 'Divê PKK ji wir derkeve' avêt holê. Ev feraset seqet e. Ya ku 12 hezar pêşmergeyan li Şengalê nikarîbûn bikin, gerîlayan kirin. gerîlayan jiyana hezaran Êzîdiyan rizgar kirin.
Atalan di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “PDK dibêj 'Şengal mala min e. Yên tên mala min mêvan in, divê biçin'. Lê belê tiştek heye ku PDK jibîr dike; 3'ê Tebaxa 2014'an ji aliyê mirovekî bi tenê yê civaka Êzîdî ve nayê jibîrkirin.
‘PDK vegera gel asteng dike’
Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek destnîşan kir, ku hêza herî mezin a rê li ber azadiya Şengalê vekir PKK ye, ku di nava hemû şert û mercan de civaka Êzîdî ti carî bi tenê nehiştiye. Îgrek anî ziman ku li gorî agahiyên rojane digihêjin ber destê wan, piştî azadkirina Şengalê Êzîdiyên li Başûrê Kurdistanê yên dixwazin vegerin Şengalê ji aliyê pêşmerge û rêveberiya PDK'ê ve tên astengkirin û diyar kir ku Êzîdiyên li kampên di bin kontrola PDK'ê de ne, dema dixwazin vegerin Şengalê, nasnameyên wan jê tên girtin û bi vî rengî vegera wan tê astengkirin. Îgrek destnîşan kir ku bi taybetî ciwanên Êzîdî yên dixwazin tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibin, bi zanebûn tên astengkirin.
‘PKK derkeve em ê jî derkevin’
Îgrek bal kişand ser nîqaşên li ser 'vekişîna hêzên ser bi PKK'ê û da zanîn ku gelê Şengalê ti carî naxwaze PKK ji wir vekişe. Îgrek got, "Gel vê yekê bi taybetî dibêje; 'Yekane hêza ku em pê bawer in ku wê me li vir biparêze, hêzên ser bi PKK'ê ye û Yekîneyên Berxwedana Şengalê ye. Eger PKK ji vir derkeve, em ê hemû ji vir derkevin'.
Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek ragihand ku li Şengalê biryara her tiştî di destê gel de ye û got divê PDK jî hurmet nîşan bide. Îgrek damezrandina Meclîsa Gel a Şengalê ya 14'ê Çileya 2015'an bibîr xist û diyar kir ku hêza biryarê li ser pêşeroja Şengale bide meclîsa gel e. Îgrek daxwza naskirina bi fermî ya rêveberiya xweser û Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi taybetî destnîşan kir û ragihand, ku gelê Şengalê wê bi ti awayî ji van her du daxwazan venegere.
NAVENDA NÛÇEYAN