Çeteyên ser bi El Qaîde, meha derbasbûyî bi qasî du hefteyan êrîşî gelek taxên Serêkaniyê kirin û piştî hin nuqte bi dest xistin, dest bi talanê kirin. Nexweşxaneya Dewletê ya li navçeyê jî para xwe ji vê talana çeteyan girt.
Çeteyên ku di encama berxwedana Yekîneyên Parastina Gel ji navçeyê hatin avêtin, alavên tibbî û emeliyatê,jenerator ên li nexweşxaneyê bi xwe re birin.
Yekîneyên Parastina Gel hewl da bi derfetên kêm nexweşxaneyê bide karkirin. Lê belê vê carê jî ji ber kêmbûna doktoran, tinebûna alavên tibbî yên li nexweşxaneyê û qutbûna elektrîkê, Nexweşxaneya Dewletê neçar ma bê girtin.
Piştî Nexweşxaneya Dewletê hat girtin, 4 doktorên tevî hemû zehmetiyan ji navçeyê neçûn, di nava şert û mercên giran de hewl didin nexweşan derman bikin.
Doktoran maleke li navenda navçeyê ya hatiye valakirin veguherandin nexweşxaneyê û alîkariya destpêkê ya tibbî li vir dikin.
Dr. Ciwan Mûstafa da xuyakirin ku ji ber tevgaviya alavên tibbî û tinebûna dermanan, ew bi derfetên di destê xwe de hewl didin alîkariyê bidin nexweşxan û diyar kir ku li navçeyê weke 4 doktoran alîkariya tibbî dikin. Dr. Mûstafa ragihand ku ji ber derfetên tibbî nebûn û eletkrîk piştî saet 19.00'an qut dibû wan êdî nema karibû nexweşxan nexweşxaneyê qebûl bikin û anî ziman ku ew alîkariya destpêkê ya tibbî li van nexweşxaneyên seyyar dikin.
Dr. Mûstafa ragihand ku ew nexweşên gelekî giran jî dişînin Qamişlo ya 2 saetan dûrî Serêkaniyê ye û got, "Tengaviya me ji ber dermanan heye. Bi dermanên di destê xwe de, em nikarin şert û mercên tenduristiyê pêk bînin. Derman li erdê ne. Ji xwe em derfetên me yên emeliyatê nîne. Ji me re, di serî de ji bo emeliyatê ji bo her nexweşiyê derman hewce ye."
Di vê navberê de, hat hînbûn çeteyên El Nûsra yên li derveyî Serêkaniyê bicihbûne, dem bi dem topên hewanê diavêjin herêma nexweşxaneyê, lewma cihê nexweşxaneya seyyar tê veşartin.
SERÊKANIYÊ
Ji Odeya Tabîban kampanya dermanan
Serokê Odeya Tabîban ya Amedê Kemal Karadaş, diyar kir ku ji bo Rojava kampanyaya alîkariya dermanan dane destpêkirin û banga beşdariya li kampanyayê kir. Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê ku Odeya Tabîban ya Amedê (DTO) jî tê de heye, di serdana xwe ya meha hezîranê de rewşa Rojava şopandibû.
Heyetê li Qamişlo û Efrînê 15 rojan lêkolîn pêkanîn û pêdiviyên welatiyan di cih de diyar kirin.
Serokê Odeya Tabîban a Amedê Kemal Karadaş, ku di nava heyetê de bû, destnîşan kir ku ji bo pêdiviyên welatiyên li Rojava diyar bikin çûne wê derê û da zanîn ku piştî lêkolînan wan ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariya derman kirine. Karadaş di serî de doktorên li Bakurê Kurdistanê banga beşdariya kampanyayê li her kesên pêwendîdar kir.
AMED