
ALÎ GULER / ANF / KOLN
Doh 15’ê Gulanê bû… Roja destpêkirina weşana rojnameya Hawarê ye, ku di sala 1932’an de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hate amadekirin. Kurd 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî dibînin û pîroz dikin. Lê belê di roja heyî de Kurdî li Tirkiye û Îranê qedexe ye û zexteke giran li saziyên Kurdî tê kirin. Pirtûk tên qedexekirin, perwerde tê astengkirin.
Li Rojava û Başûrê Kurdistanê rewş cuda ye. Bi statuya ku di encama têkoşînê de derket holê re, perwerdeya bi Kurdî li gel pirsgirêkan jî bi cih tê anîn. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê di vê qadê de pêşketineke mezin heye. Lê belê li Ewrûpayê, ku bi qasî 1.5 mîlyon Kurd hene, rewş erênî nîne. Tevî ku zext û qedexe li Ewrûpayê nîne jî, bala zarokên Kurd ên li Ewrûpayê ji dayik bûne ji Kurdî û çanda Kurdan re gelekî qels e. Ji rêveberên Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) Mahmût Aydin, xemsariya malbatan û kêmasiya saziyên Kurd ên li vê qadê dixebitin, weke sedema vê rewşê nîşan da û got, “Ziman mifte ye. Eger ev mifte ji destê we bê girtin, wê çanda we jî winda bibe.”
‘Eger bixwazin derfet hene’
Mahmût Aydin diyar kir, Kurd li gorî welatên jê hatine, li Ewrûpayê hê rehet in û wiha dewam kir: “Kurdên li Ewrûpayê, bêyî astengiyan an jî qexeyan bibînin, dikarin ziman, çand û kevneşopiya xwe li Ewrûpayê bijîn, biparêzin. Kurdên li derveyî welat, li gorî yên li welêt xwedî hîn bêhtir maf û azadiyan e.” Mahmût Aydin bibîr xist, ege Kurd bixwazin wê karibin bişînin dersên zimanê dayikê yên li welatên Ewrûpayê û bi dewamî got, “Mîna zarokên koçberên din, eger Kurd bixwazin wê karibin karên burokratîk çareser bikin û zarokên xwe bişînin zimanê dayikê.”
Çerxa Asîmîlasyonê
Mahmût Aydin anî ziman, bandora polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, li Ewrûpayê jî dewam dike û got, “Asta axaftina bi Kurdî ya mirovên ji cihên polîtîkaya asîmîlasyonê lê zêde ye hatine û yên ji qadên bejahî hatine, ji hev cuda ye. Lê tevî van hemûyan jî em dibînin ku piraniya gelê me bi zimanê xwe daxive. Dîsa jî ev têrê nake.”
‘Ziman mifteya êş û kêfxweşiya me ye’
Mahmût Aydin destnîşan kir, ku mirov bi zimanê xwe hene û wiha dewam kir: “Her mirov bi qasî zimanê xwe heye. Mirovê bi zimanê xwe heye, li gorî, gotin, têgîn û fenomenên bilêv dike, serketî ye. Ziman hîma bingehîn a neteweyekê ye û amûra sereke ya têkilîdanînê ye.” Aydin bang li Kurdan kir, ku xwedî li zimanê xwe derkevin û got, “Zimanê me mifteya hezaran salan a êşen me, tecrûbeyên me, eşqa me û kêfxweşiya me ye. Eger ev mifteya me winda bibe ya jî ji me bê standin, wê çanda me, urf û adetê me, kevneşopiya me winda bibe. Lazim e her Kurdek bi vê zanibe.”
‘Bala nifşê nû ne li ser Kurdî ye‘
Aydin diyar kir, bala nifşê nû yê li Ewrûpayê dijî li ser Kurdî kêm e û got, “Li pêşiya nifşê nû ku li Ewrûpayê ji dayik bûye ya jî di emrê biçûk de hatiye Ewrûpayê, pirsgirêkek mezin heye. Gelek ji wan nikarin bi malbatên xwe re diyalogê denin, di têkiliya bi dê û bavê xwe re zehmetiyan dikişînin. Ti têkiliya van zarokan bi xizmên xwe yên li welêt nîne. Ev yek jî ji bo wan windahiyeke gelekî mezin e. Ji ber vê yekê roleke mezin dikeve ser milê dê û bavan. Divê dê û bav zanibin, dersên bi zimanê dayikê ji bo siberoja zarokan gelekî girîng e.”
‘Saziyên tesbîtkirina pirsgirêkan tune ne’
Mahmût Aydin bal kişand ser girîngiya medyayê di pêşketina Kurdî de û wiha dewam kir: “Di amûrên ragihandina nivîskî û dîtbarî de pêwîste Kurdî derkeve pêş û hêdî hêdî hemû bibin Kurdî. Weke girseya xîtab dike jî lazim e jin û zarokan esas bigirin û li gorî vê bernameyan bafirînin. Bi taybetî, bandora medya dîtbarî gelek e.”
Mahmût Aydin rexne kir ji ber ku saziyên pirsgirêkên Kurdî tespît bikin nîne û got, “Pêwîstî bi akademî ya jî estîtuyekê heye ku karibe li ser zimanê me lêkolînan bike, pirsgirêkên zimanê me tespît bike û çareser bike. Ev akademî ya jî estîtu di heman demê de ji bo standartkirina zimanê me wê roleke xwe ya mezin hebe.”
‘Ji kedkar û parazvanê Kurdî re silav‘
Komîsyona ziman, çand û perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejn li gelê Kurdistanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev cejn jia liyê wate, giranî û pêwîstiyê ve ne kêm e ji cejnên din ên neteweyî û hat destnîşankirin, ku Cejna Zimanê Kurdî jî cejneke niştimanî ya gelê Kurd e û divê bi vê pîrozî û rûmetê bê nirxandin. KNK’ê işaret bi girîngiya standarbûna diyalektên Kurdî kir û wiha dewam kir: “Neteweya Kurd yek netewe ye, xwedî yek ziman e, ku bi zaravên cuda zimanê Kurdî ye. Ji ber şêwandina demografiyê û bi Ereb, Tirk û Farskirin û sepandina çand û zimanên xwe bi ser ziman û çanda Kurdî, ev zaravên han ketine bin bandora zimanê serdestan û ji hev du dûr xistine. Ti ji zaraveyan bi ser yê din miselet nîne û nayê fêkirin û nayê sepandin. Destnîşankirin û danana rojên zimanê Kurdî weke cejnekê bi Însiyatîfa KNK’ê, girîngîdane bi zimanê Kurdî ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), roja cejna zimanê Kurdî li gelê Kurdistanê pîroz dikin. Di vê rojê de, em her Kurdekî bi zimanê Kurdî diaxive, bi Kurdî dijî û bi Kurdî giyanê xwe fedayê parastina ax û çanda Kurdistanê dike silav dikin. Silav ji bo dayikên me, ew mamostayên pêşengên me yên bi meziniya xwe zimanê me bi Kurdî bijirand û em bi Kurdî xwedî kirin.”
BRUKSEL