Şahan Elburz li ser berxwedana gelan a li dijî DAIŞ’ê ya bi taybet di Kobanê de sembolîze bûye û xwedîderketina li bîranîna şehîdê Enternasyonalîst Emîr Qobadî bi nasnav Rojwan Kobanî, nirxandin kir.  Şahan Elburz bal kişand ser berxwedana Kobanê ya li dijî zilmê û wiha got “Têkoşîna gelan a li dijî zilmê bi berxwedana Kobanê re kete qonaxeke nû. Şoreş li Kobanê wateyek û rûpeleke nû di têkoşîna gelan de vekir. Berxwedan di pêşengiya Kurdan de destpê kiribe jî lê, ji ber xwedî karaktereke gerdûnî ye, bû hêviyek ji bo gelên demokrasîxwaz.” Elburz da zanîn ku beşdarbûna ji berxwedana Kobanê re beşdarbûna ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye û wiha berdewam kir, “Beşdarbûna ji berxwedana Kobanê re beşdarbûna ji fikirên Rêber Apo re ye. Balkêş e û neteweyên cuda jî di şexsê Kobanî de tevlîbûn ji xeta demokratîk û azad a Rêber Apo re çêdikin.”

Pêwîste li Îranê jî geş bibe

Şahan Elburz, şervanê YPG’ê Emîr Qobadî bi nasnav Rojwan Kobanê bibîr anî û şehadeta şervanê Enternasyonalîst weke dij derketineke li dijî zîhniyeta tekparêz a DAIŞ’ê û bi taybet Komara Îranê nirxand û  got: “Rih û yekîtiya gelan a li Kobanê pêwîst e derbasî Îranê jî bibe. Ji ber pêwîstiya gelên Îranê bi rihê Kobanê heye. Rihê Kobanê tam rastiya Îranê îfade dike. Eger ev rih li Îranê zindî bibe, wê pergala dewleta Îranê têk biçe. Meşhed navenda eyaleta Xorasanê ye. Di nava Meşhedê de gelê Fars, Tirkmen, Kurd, Beluc, Ozbek bi hev re dijîn. Meşhed cihê edebiyat û felsefeyê ye. Diyarê Mewlana û Xeyame. Meşhed li roxmê hemû êrîşên desthilatdaran jî hewl daye cewherê xwe biparêze. 

ŞANSTÊR BERXWEDAN/QENDÎL