Gulpî diyar kir ku desthilata Kurdî ti giringiyek nedaye sîstema perwerde û siyaseta demokratîk. Pêr nivîsîngeha Silêmanî ya Akademiya Siyaset û Hizra Demokrasiyê saet 15.00’an semînerek li ser rola perwerde û siyasetê li Herêma Kurdistanê ji alî serokê Akademiya Siyaset û Hizra Demokrasiyê Dr. Fayiq Gulpî hat lidarxistin.
Têkiliya xak, gel û perwerde
Dr. Fayiq Gulpî bal kişand ser wateya perwerde, rol û giringiya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê û wiha peyivî: “Perwerde xala têgihiştina mirov dihewîne. Destnîşankirina berpirsyariya ferd û civakê ya li beramberî hev li gor cih û dem, pêwîstî bi perwerdeyeke nîştîmanî heye. Ji bo vê armancê jî pêwîst e ku ferdên Kurd xak, gel û sîstema xwe bixwaze û di heman demê de hewl bidin bi pêş bixe.”
Desthilatdariyê giringî bi perwerdeyê neda
Gulpî got, di nava 24 salên desthilatdariya li Herêma Kurdistanê de desthilatdariyê ferdê Kurd ji perwerde û siyaseta nîştîmanî dûrxistiye û wiha pê de çû: “Vê desthilatê ti giringî bi perwerde û sîstema demokrasiyê neda. Siyaset ji destê malbat û koman rizgar nekir. Civak ji siyaset, hizra demokrasî û perwerdeya nîştîmanî ne dûr e.”
Fayiq Gulpî derbarê erkên desthilat û dewletê de jî got: “Divê bi zêdekirina berheman û komkirina qezencan welat, jiyana mirovan veqetîne. Her wiha welatiyan, û mal û milkê wan biparêze. Ji bo pêşketina ferd û civakî di warê zanista siyasî, yasayî û aborî de derfetan biafirîne. Ev jî erkê deshilat û dewletê ye.”
Dr. Gulpî behsa çavkaniyên perwerdeyê kir û li ser vê yekê weha axivî: “Malbat û civak, dibistan û zanîngeh, xizmeta leşkerî, saziyên rêvebirina dewletê, enstîtû û akademî, dezgehên ragihandinê, wêje, huner û şano, roman, hûnandin, guhertinên siyasî, sirûd û bûyerên dîrokê, navendên perwerdekirina ferd û bi taybet ferdên Kurd û partiyên siyasî. Lê mixabin ti navendê ji van ên li Herêma Kurdistanê weke navendeke nîştîmanî kar li ser ferdê Kurd nekiriye. Berevajî ferdên Kurd ji rastiya gel, welat, nîştîman û siyaseta demokratîk dûrxistine. Ferdek bê vîn afirandine.”