HEWKAR KIRÊKAR/BOTAN GERMIYAN / XURMATÛ/ROJNEWS
Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê rewşa navçeya Xurmatû di hêla xizmetguzarî û ewlekarî de rastî gelek tevlîhevî û aloziyan hat. Qaymeqamê Xurmatû Hesen Zeynelabidîn, dibêje rewşa ewlekariya Xurmatû aramtir bûye û niyeta wan heye, sala nû zêdetir xebatên xizmetguzariyê bikin.
Navçeya Xurmatû bi ser parêzgeha Selahadîn e. Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re li navçeyê dijîn. Lê, hejmara Kurdan zêdetir e. Piştî rûxîna rejîma Baes a di sala 2003’an de û bi nivîsandina destûra Iraqê re, Xurmatû weke navçeyeke bi nakok hat destnîşankirin. Di hêla rêveberiyê de jî ne li ser Herêma Kurdistanê ye. Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017'an rewş hat guhertin, pirraniya pêkhateya Kurd navçeyê vala kirin û pirraniya wan jî heta niha venegeriyane. Rewşa taybet ya Xurmatû û nakokiyên di navbera mezheban û neteweyan de kiriye ku rewşa ewlekarî û xizmetguzarî ya navçeyê xerabtir be. Heta têkiliyeke baş jî di navbera Xurmatû û Selahadîn de nemaye.
Ji bo pereyan tevlîheviyê derdixin
Têkildarî mijarê, Qeymeqamê Xurmatû Hesen Zeynelabidîn ku Tirkmen e, peyivî. Hesen Zeynelabidîn got, yên ku niha rewşa Xurmatû tevlîhev dikin, hinek fesad ne û wiha qise kir: "Ji bo bi destxistine pereyan, hinek karên tevlîhev dikin. Di nav wan grûban de Kurd, Tirkmen û Ereb jî hene. Plan hene ku gund û bajarokên Xurmatû yên ji ber êrişên DAIŞ’ê wêran û vala bûne, werin avakirin. Her wiha di plana hikûmeta cihî, federalî û Neteweyên Yekbûyî de heye ku sala 2019’an, ew welatiyên ku cihên xwe berdane vegerînin navçeyê û ava bikin.”
Rewşa Xurmatû aramtir bûye
Li ser ewlekariya Xurmatû jî Serokê Rêxistina Cemawerî ya Xurmatû, Îbrahîm Ebdullah jî wiha axivî: “Rewşa ewlekariya navçeyê hinek aramtir e. Car caran pirsgirêkên ewlehiyê derdikevin. Li gel wê jî baweriya gel bi pirranî bi rewşa Xurmatû nayê. Têkiliya xizmetguzariya navçeyê jî bi rewşa ewlekariyê ve girêdayî ye. Her dema ku rewşa ewlehiyê baş bû, wê projeyên xizmetguzariyê jî zêdetir bibin. Bi taybet piştî hatina çeteyên DAIŞ’ê û şerê di navbera Kurd û Heşdî Şebî de rûdayî, Xurmatû yek ji wan navçeyan e ku herî zêde ziyan lê bûye.”
Pêwîstî bi xizmetguzarî û avakirinê heye
Pêwîstiya Xurmatû di hêla xizmetguzariyê de bi lênêrîneke zêde heye. Her çiqas hinek proje di warê pêkanînê de ne jî, lê hinek projeyên xizmetguzariyê hene ku temam nekirî ne. Ji bo temamkirina wan pêwîst e, Hikûmeta Federal bûdceyekê veqetîne. Bi taybetî ji bo projeyên dibistan û nexweşxaneyan. Pêwîstiya Xurmatû û gelê wê bi xizmetguzariyeke zêde û aramiyê heye. Heta niha ji 10 rêxistinan zêdetir ên biyanî hatine Xurmatû û dixwazin di hêla xizmetguzarî, tendirustî, zererdayîna mexdûran û avakirinê de li navçeyê kar bikin.”