Ev navê romana niviskar û helbestvan Kamran Simo Hadilî ye. Niviskar mijareyeke gelek girîng û dîrokî hilbijartiye. Hemû baweriyên li pey Manî xebitîne ku baweriya wî bidin ji bîrkirin. Lê dema mirov li rastiya baweriya Manî dinêre, dikane bandora wê li ser hemû baweriyên li pey wê bibîne.
Mezopotamya xwerû jî di nav de xaka Kurdistan kana baweriyan, sofîstan û fîlozofan e. Wek mînak zanîngeha stêrnasî ya yekem li Heranê bû. Manî û baweiya Manî jî di navbera baweriyên li pêş xwe û li pey xwe de wek pireyekê baweriyan e. Mirov dikane gelek elementên baweriya Manî di nava îslamiyetê de jî bibîne. Wek mînak mijara destmêjê.
Min romana Amin Maalouf ya bi navê “Baxçeyê Ronahiyê” bi tirkî xwendibû, lê min ev cêja ji romana birêz Hadilî girtî ji wê negirtibû. Ev roman di warê agahiyan û xemilandinê de jî ji wê xurtir e.
Tevn û hûnandina wê gelek baş e, zimanê wê di venivisandin û vekirina beşên rastiya baweriya Manî li ber çavan radixe de jî zimanekî sade, herikbar e. Mirovan bi hêsanî ber bi beşên din ve dikişîne. Gelek agahiyên dîrokî, xwerû jî ji rastiya dîroka Kurdan heye.

Bi kurtî çîroka romanê

Bavê Manî Patîk bi xwe ji Ekbatanê ye, ji wir barkirî û hatiye bajarê Mêrdînê. Ew bi tarîqateke gelek tund ve girêdayî ye. Dema kurê wî Manî tê dunê, peyayên Tarîqatê tên wî dibin. Kêliya Manî dibe çarsalî, bavê wî tê wî jî dibe nav wê tarîqata nav Menakade. Şertê jiyana li wir gelek dijwar e, lê Manî xwe ji wan didize û bi dizî şêwekariya xwe bi pêş dixe. Ev jî dû re di ola Manî de dibe karekî pîroz û perestinê.
Manî tim bi cêwîkê xwe yê rê nîşanê wî dide re diaxive. Dema Manî digihîje 24 saliya xwe cêwîyê wî ji wî dixwaze ku ew ji wir derkeve, di nava gel de bigere û baweriya xwe bide nasîn. Ew diçe bajarê Tifsûna ku berê paytextê Parthan bû û wê kêliyê jî bûbû paytextê Sasaniyan. Cara yekem di baxçeyê Pîrşelar ku baxçeyê Hurmizgeheke Ahura Mazda ye de bi bawermendê xwe re civînekê pêktîne. Dû re derdikeve gera baweriya xwe belavkirinê, li ser Bexterîyan û Soxdiyan re hetanê  Hindistan diçe, gelek baweriyan dinase, xwerû jî rastiyên baweriya Zerdeştî, Bûda û Îsevî ji xwe re bingeh digire. Di dema şahînşahiya Şapûr de derfetê pêxemberiya xwe îlankirinê bi dest dixe. Diçe li Gundêşapûr ku xwediyê hin taybetmendiyan e, dimîne û li wir digihîje dilovaniya xwe.
Di romanê de rengê baweriya Manî jî zelel dibe. Baweriya wî li ser bingehê hêza ronahî (gîyan) û tarîyê (maddî) avabûye, herdu bi hev re şer dikin û hevdu diafirînin. Ev jî formeke baweriya Zerdeştî ye. Di baweriya Manî de tolerans heye, her bawerî dikane bê qedexe û dijwariyekê baweriya xwe bidomîne.

Çen hevokên balkêş

”Êş û jana qolincan, tirsa mirinê pê dabû ji bîrkirin. Ru.9”
”Ez li rastiyê digerim, ez lêgerê rastiyê me. Rû 16”
”Lê bi bîhîstina başbûna Marmarcan û dîtina kurik re agirê bêrîkirina di hînavê wî de vemirî. Rû. 30”
”Jê dipirse: ”Te ji xwe re çi hîşt?” Ew dibêje: ”Min ji xwe re hêvî hîşt” Rû. 73”
”Di dunyaya tariyê de jî xwestin, hêz, ezitî û hêrs hebûn. Rû. 99”
”... em axê, pincar, fêkî û giyandarên din dixeyîdînin û wan diêşînin. Rû 117”
”Zerdeşt digot: ”Pêwistiya mirovan bi ramana pak, peyva pak û kirina pak heye.” Ev şîretên  Zerdeşt bûn bingeha ola min. Rû. 130”
”....baweriya min ji bona hemû mirovan jiyaneke mirovahî, xweşî û şadî ye. Rû. 157”
”Li xezîna mirovên ku li zanînê digerin jî, her roj zanîn kom dibe. Rû. 171”
”Ez dibêjim, erdemên ku nayên dîtin di nava her kesî de hene. Rû. 197”
Niviskar û helbestvan Simo Hadilî di sala 1955an de li gundê Hadiliya girêdayê Hezexê tê dunê. Hin berhemên wî yên çapkirî ev in: Lorîna Pênûsê (helbest), Civata Giyanan (kurteçîrok), Ji Enfalê Şeveke bê Sibe (destan), Min Deng kuştin (helbest), Helebest çi ye (lêkolîn), Kîjan Kulîlk Çavên Te ne (helbest), Babilîsok (roman)

Nasnameya pirtûkê  

Navê pirtûkê : Pêxemberê jibîrçûyî Manî
Niviskar: Kamran Simo Hadilî
Berg: Li ser zemîneke spî, li jor di nava rengê şîn de bi renge sor navê romanê
Di bin de çarçoveyeke din vedibe, di wê de jî wêneyê Kavilê qesrekê û li ser kavilan jî wêneyê Manî heye.
Pirtûk 132 rûpel e û ji weşanên ar di tîrmeha 2013 an li Stenbolê derketiye.
Navnîşana xwestinê: wesanenar@hotmail.com