Berî 34 salan em ne xwedî biryar bûn, mikurhatina me ya dîrokê, li gorî qanunên dijmin qedexe bû. Ew qanun hê jî hene, lê îro, em azad in. Piştî waqanivîsa 14'ê Tebaxê û têkoşîna 34 salan, em azad bûne û wek mirovên azad, di qîrin. 14 Temmuzê ne tenê “waqanivîs” e, pexşanek dîrokî ye, mîladek e, rastiya “xweza û dîrokê” derxiste holê. Pexşana Temmuzê jî, peyrewek azadiyê ye û Kurd fêrî azadiyê kirin.
Berê digotin; heta 30 sal di ser bûyeran re derbas nebê, nabê dîrok. Ev bawerî jî hate guhertin.
Dijmin: Kurd, ji paşerojan qut kiribûn û pêşeroj jî winda kiribûn. Îro, gelê Kurd, pêşerojên xwe nas kirine û ber bi paşerojên azad dimeşe. Êdî kes nikare valahiyê bike dîrokê û demê parçe bike.
Berî 34 salan, pexşanek hate nivîsandin, wek destanekî; baweriya di aliyê civak û dîrokê de guhert, eşkere bû ku “dîrok ne tenê doh e, tenê bi sibe mijul” nabe.
Pexşana Temmuzê, bû bingeha zanista sosyolojiya gelê Kurd.
Bi vê pexşanê, Kurdan jî fêm kir ku, “dîrok û sosyolojî zanistên global” in, mijara wan jî dem û mirov e. Bi gotina Ocalan; “ev şikandina mekanîzmeya çarmixê” ye; di “şefeqa Kurdistanê de, mezinbûna di dergûşa şaristaniyê de, gav avêtina demokrasî ye, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk e.” Êdî bi xetên qalind û fereh paşeroj têne dîtin.
Faşîzma Îttîhadî, wek doh, îro di AKP'ê de, wek maşot û reqikê, estetîka Kurd dikurisîne, tune dike. Berê jî, ziman û mêjiyê Kurd ji hev hatibû cûdakirin. Ziman nasname ye û mêjî, nexşe û peşxana ziman e. Pexşana Temmuzê, bû zimanê Kurd û pratîka mezin ya hişmendiyê. Hişmendî çavkaniya bikaranîna mêjî ye.
Mîratzadeyên nefret û kînê, bombardumana pirralî dane dest pê kirin, çavên Kurdan, çavên mêjî, çavên dil û çavên serî teva, yanî şeş çavên Kurdan kor kirin. Bedenek bê mêjî, kesayetek qerwaş û xulam, li hemberî nirxên xwe îxanetkar derxiste holê. Ev kompleksa ketî û şikestî ye. 12'ê Îlonê jî, li zindana Amedê, ev çirava teqanê bi qîr û qetranê dijwar kir; xwest estetîk, huner, edebiyat, ziman û hewngîriya kurd, yanî hebûna Kurd bifetisîne.
Estetîka Kurd, huner û hewngîriya Kurd wek “şana mêşa hingiv” ketibû nava liv û tevgerê. Ev dengê felsefeya dîrokê bû û xwedî îddîa bû. Marx, Hegel, Tonbee, Ibn-î Haldun, tevahiya feylesofan wek feylesofên dîrokê hatine binavkirin. Abdullah Ocalan jî, wek feylesofê dîrokê derkete holê. Hingî, dengê şana mêşa hingiv belav bû.
12 Îlonê jî xwest, dengê şana mêşa hingiv bitefîne; pênc argumentên hebûna civakî tune bike, duyemîn car di “gora betonî de meftun” bike. Lê hewnê mirov wek computerê ye, wek makîneya hesab ya eloktronîkê ye; dema dolab hate gerandin, tevna civakî jî hatê hunandin. Ciwan, “lêgerîn û nûbûn”, her dem baş in û pêşketinê misoger dikin. Liv û tevgera meşa hingiv jî, dînamîzma civaka Kud şiyar kir.
Faşîzma 12 Îlonê, komplo û barbariyet bû, ilkelîzma sed salî bû; encam, diktatorî û komkirina şerê sed salî bû. Hewqasî dijwar, kujer û xespkar; biqasî Weba Camus, biqasî metîngeriya Sartre dijwar bû!... Biqasî “big-bang”a global beden, mêjî û dilê Kurd parçe kir.
Lê dengê şana mêşa hingiv û guv-guva dolabê ranewestiya. Utopya, bû xewnek rast û wek Pexşana Temmuzê derkete holê. Pexşanek bi berdêlek giran bû, (destan û dîrok, bi berdêlên giranbiha têne nivîsandin) lê utopya Kurd, wek xewnek rast zindî kir. 14 Temmuzê, big-banga di beden û mêjiyê kurd bû, teqîanan di nava 34 salan de dewam kir, lewra pexşanên têgihiştin, fêr bûn, hem bûne nasname, hem disîplîna akademîk derxistin holê. Rûpel destpêkê, Pexşana Temmuzê ye.
Vêce; destpêk 14'ê Temmuza 1982'an e, berdewam 14'ê Tebaxa 1984an e... Bi serkatina Zapê re, qonax bi qonax dirêj bû, di herka dîroka nû de, giha giha îro, bi serketina Koban û Şingalê giha modela konfedrasyonê.
Ev şiyarbûn e, vê şiyarbûnê jî herka dîrokê guhert.
Navê vê guhertinê Pexşana Temmuzê ye. Li Bakur, Mutabaqata Dolmabahçe derxiste holê. Eylulîst û faşîstên qesrê, bûne gurên har, ji rengê ademî derketin û wek qotikê êrîşî Kurdan kirin. Veba-qotika Camus, neynika sedsala navîn e û cendereya hêrtinê ye. Eylulîzm, di rengê faşîzma Qesrê de, bûye Veba Camus... Ev, derketina ji ademiyetê, “neslî heywan-î” ye.
Di çîrokên Kurdan de, gurên di postikên mirovan de pirr hene.
Eylulîst û faşîstên Qesrê Tirkiye kirine hefşî, pez jî di hevşî de kom kirine û dixwazin ber bi şikeftê bibin.
Vêce: Pexşana Temmuzê, wek peyrewa azadiyê, wek destanê dîroka nû, di atlasê mêjiyê Kurd de reng vedaye. Berxwedana li bajarên Kurdistanê jî, bû kefenê faşîzma reş.