Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abudullah Ocalan, di 17 saliya xwe de li çiyayê Şengalê, li navçeya Qeledizê ya Silêmaniyê, li qezaya Koyê ya Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê û li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê hate şermezarkirin. 

Li Çiyayê Şengalê pêr bi meşekê komploya 15’ê Sibatê hat şermezar kirin. Di meşê de li ser navê TEVDA, Meclîsa Jin a Şengalê, Meclîsa Xweseriya Şengalê daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi komplo, ferman û girtinan nikarin gelê Kurd tine bikin û wiha hate gotin: “Em careke din dengê xwe digihînin hemû cîhanê û dibêjin, Komploya li dijî Rêber Apo komploya li dijî hemû gelên bindest û azadîxwaz e. Azadiya Rêber Apo jî gihiştina jiyaneke wekhev û birayetî ye.”


  ‘Rêber Apo azad nebe Êzîdîxan jî azad nabe’

Piştî daxuyaniyê ji beşdarên çalakiyê Dayê Buhar jî axivî û got: “Heta Rêber Apo azad nebe jin, zarok û Êzidîxan jî azad nabin. Dema Rêber Apo azad bû em ê jî azad bibin. Çiyayê Şengalê bi Rêber Apo azad bûye. Ji bo wê jî em hemû komployê şermezar dikin. Roja lêpirsîna ji rûreşiya komployê nêzîk e.” 


Qeladizê Komplo û terora dewleta Tirk rûreş kir

Li navçeya  Silêmaniyê Qeledizê bi pêşengiya Jinên Azadîxwazên Rojhilat û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin. Meşê li ber dibistana Amadeyî ya Qelazidê bi dirûşmeyên, "Başûr, Bakûr, Rojhilat  Apo serokê Welat", "Ey Erdogan û Tirkiye Cizîr ne bitenê ye" destpê kir û heya nav Baxê Giştî yê Qeladizê dewam kir.

Li Baxê Giştî yê Qeladizê li ser navê çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê Bêrîvan Bokan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê hat kirin ku li hemberî komploya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat, têkoşînê xurt bikin.

 

‘Sala azadiya Rêber Apo û Kurdistanê’

Gelê qezaya Koyê ya Hewlêrê pêr bi xwepêşandaneke girseyî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. Meşa bi pêşengiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li nav bazara qezayê heta ber parka qezayê dewam kir. 

Di meşê de ji aliyê Tevgera Azadî ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de komkujiyên li Bakûrê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hat gotin: “Em li vir bang li gelê Kurd hemûyî dikin ku li her cihê lê têkoşînê li dijî hêzên komploger û dewleta Tirk xurt bikin û bikin sala azadiya Rêber Apo û Kurdistanê.”

 

‘Nikarin gelê Kurd tine bikin’

Piştî xwendina peyama Tevgera Azadî ku li ser navê RJAK’ê Fatme Mûslim axivî û got: “Bila dijminên gelê Kurd baş bizanin ku bi komployan nikarin gelê Kurd tine bikin. Bi felsefe û ramanên Rêber Apo gelê Kurd êdî nêzî azadî û serxwebûnê bûye." Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Bakûr’, ‘Bijî Berxwedana Serok Apo’ bi dawî bû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN






Ji bo azadiya Ocalan meşiyan


Yekîtiya Ciwanên Rojava bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê bi diruşmeya “‘Ciwanên azad wê li hemberî komploya navnetewî bisekinin” pêr meşek dan destpê kirin. Meşa ku ji Efrînê destpê kir, pêr gihişt Qada Newroz a navçeya Raco.

Li vir jî bi bi sedan welatî bi cilên xweyên reş beşdarî meşa ciwanan bûn. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên reş hilgirtin.

Piştî ku girseya gel li vir tevlî meşa ciwanan bû, meşvanan berê xwe dan stada Medya ya li navenda Kantona Efrînê. 

Li wir jî bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê, xwepêşandaneke gireseyî ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve tê organîzekirin, dema nûçe dihat amadekirin xwepêşandanê dewam dikir.