Desteya Çapemeniyê ya CÎK´ê, bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand.

Di peyamê de ku berxwedêrên Kurdistanê hatin silavkirin, hat gotin:

"Bêguman wateya cejnan lihevkirina însanan e û ji bo vejandina hestên dilşadî, heskirin û mesûdiyê ne. Bi gotinek din li cihên ku edalet, wekhevî û nirxên însaniyetê tine be, cejn wek cejnê nikarin werin hesibandin, yên ku tên pîrozkirin jî bi xemgînî derbas dibin."

CÎK´ê got, "Ji ber xesbkirina him heqên însanî û him heqên îslamî yên gelê Kurd û ji ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îroj bi sedan xortên Kurd rêya berxwedanê pejirandine û bedena xwe didin ber mirinê." 

CÎK hêvî kir ku berxweder bi tenê neyên hiştin û gel "him li Kurdistan û him li Ewrûpayê ruhê berxwedanê bi ruhê cejnê re bigihîjînin asta herî bilind"   wiha dewam kir: "Bêguman kesê li hember zilmê bê deng be, ew beşdarê wê ye. Li dijî derketina li zilmê jî çalakiyek pîroz e, him însanî ye û him îslamî ye."

Daxuyaniya CÎK´ê wiha bi dawî hat: "Bi vî awayî, em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku ew du cejnan bi hev re ji Kurdan re bide dîtin û cejna Misilmanên mezlûm, Kurdên mezlûm û berxwederên me pîroz dikin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN