Platforma Jinan a Hewramî ku li Başûrê Kurdistanê xebatan dike, nameyek ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re şand û çalakiya wê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, silav kir.
Platforma Jinan a Hewramî di nameyê de ji Guvenê re ya ku ev 127 roj in di greva birçîbûnê de ye, got, ‘’Em berxwedana berxwedêrên greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêzdar Ocalan û azadiya wî hatiye destpêkirin, weke têkoşîneke pîroz dibînin. “
AMED