Ji Rojhilatê Kurdistanê ciwanên bi navê Aram û Komaz, bi armanca ku peyama pişgtiriya gelê Rojhilat bigihînin Rojava, ji Rojhilat bi meşê hatin Rojava. Ciwanên ku di 8 rojan de gihîştin bajarê Dêrîkê, duh jî hatin bajarê Qamişlo. Ji bo pêşwazîkirina herdu ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger, Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Dayikên Aştiyê û Saziya Zimanê Kurdî li Çerxerêya Taxa Enteriyê kom bûn. Herdu ciwanên ku bi gulan hatin pêşwazîkirin jî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.

Herdu ciwanan li vir axivîn û diyar kirin ku wan silavên neviyên Qazî Muhemmed ji paytex Mahabadê anîne û Rêveberiya Xweser ku di roja avakirina Komara Mahabadê de hatiye îlankirin, pîroz kirin. Ciwanan anîn ziman ku piştî perçekirina Kurdistanê ya 500 salan niha li Rojava bi awayekî azad bi zaravayê Soranî di axivin û bi vê yekê hemû peyman û komployên li dijî Kurdan hatine şikandin. Herdu ciwanan bang li hemû Kurdistaniyan kirin ku piştgiriya Şoreşa Rojava bikin, destekftiyan biparêzin û hemû nakokiyên xwe bavêjin aliyekê.
Piştî axaftinan girseya gel bi alên Komala Mahabadê di nava kolanên bajar re heta Meydana Osman Sebrî meşiyan û dawî li çalakiya xwe anî.

QAMIŞLO