Ez ewil bi 10 hezaran kesên ku hatin Amara û rojbûna min pîroz dikin, ez şukranên xwe yên mezin pêşkêşî we dikim. Ez hurmetê xwe yên bê dawî pêşkêşî we dikim. Di rojek wisa de mizgîniya ez bidim we ewe ku bi rasti şert û mercên aştiya bi rûmet ji her demê bêtir zêdetir bûne. Ev tiştê herî bi qîmet ê ku em pêşkêşî mirovên xwe bikin. Girîngiya vê rojê ji rojbûna min wêdetir, ji nûve rojbûna gelekî ye. Ez dizanim ku hûn jî wisa fam dikin. Dora çalakiyê êdî hatiye gelê me. Ez dikevim 65 saliya xwe. Min tiştê ku ket ser milê min kir. Ez difikirim ku min hurmet û xizmeta xwe ya mezin bi awayekî mezin temam kiriye. Êdî peyvir ya we ye û li ser milê we ye. Ez bawer dikim ku hûn jî dê vê peyvirê wekî berê dîsa bi layik û serkeftî pêş bixin û bi cih bînin.

Ez bang li hemû kesên ku dibêjin ez bi rûmetim dikim û bêyî ku bêjin ez zengîn, xizan, jin, zilam, ciwan, kal-pîr, tev li vê pêvajoyê bibin û li gorî ruhê pêvajoyê pêvajoyê pêş bixin. Divê her kes vê yekê baş zanibe ku êdî dê jiyanek cuda pêş bikeve. Ez hêvî dikim ku dema ev pêvajo pêş dikeve demleyek xwîn jî nerije. Ez naxwazim kes kesekî biêşîne. Bila her kes bi evîn û kelecanek mezin tev li vê pêvajoyê bibin. Yê vê pêvajoyê pêş bixe û bi encam bike gelê me bi xeye ye. Gel in.
Derbasbûna jinan a jiyanek rast bi vê rojê ve raste rast girêdayî ye. Ji bo ez jiyanek azad ji jinan re ava bikim ez têkoşiyam û têdikoşim. Jin ji bo derfetên jiyanek azad derxin holê û pêş bixin xwedî hêzek bêdawî ne. Ez pir başim. Ez dê heta bêhna xwe ya dawî baş bim. Li ser vê bingehê ez careke din bi baweriya xwe ya aştiyê her kesî silav dikim."

3 Nîsan 2013
Girtîgeha Îmrali
Abullah Ocalan