Şêwra Neteweyî ya li ser rewşa rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pêr pêk hat. Di konferansê de pirsgirêk û bûyerên li rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Nûnerên zêdetirê 20 sazî û rêxistinên Kurd û nivîskar,rewşenbîrên biyanî beşdarî konferansê bûn. Konferans li avahiya Parlementoya Franseyê pêk hat.
Konferans pêr saet di 09.00 de dest pê kir. Di dîwana konferansê de Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç, Rojhan Hazim û George Aryo, Alîkarê Serokê KNK’ê Bengî Haco û Endama Komîsyonan Jinan a KNK’ê Dilşa Osman cih girtin.
Endamên dîwanê dan zanîn ku ew li bendê ne ji konferansê pêşniyarek çareseriyê ji bo rojavayê Kurdistanê derbikeve û bal kişandin ku gelê Kurd rojên dîrokî dijîn. Her wiha hat destnîşankirin ku konferans li Parlementoya Franseyê hate lidarxistin, ev yek jî ji bo Franseya ku di dahatûya Sûriyeyê de rola wê heye, bangek e.

'Peymana Hewlêrê xurt bikin'

Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade axaftina vekirinê kir û malavahiya hemû kesên bi vexwendinameyê beşdar bûn kir. Kemalîzade got; “Ji ber rol û qanûnên mafê mirovan ên li Franseyê derketine û ji ber rola Franseyê me biryar da ku konferans li vir pêk bînin. “ Serokê KNK’ê da zanîn ku Kurd êdî ne Kurdên 1923’yê ne û wiha berdewam kir: “Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin. Bi taybet divê em piştgiriyek pir xurt bidin parçeya rojavayê Kurdistanê a ku em îro ji bo wê li vir kom bûne. rojavayê Kurdistanê di rêya azadiya Kurdistanê de bi hezaran şehîd daye. Em dixwazin li vir peymana Hewlêrê xurt bikin. Bi taybet em dixwazin ji ezmûnên ku me ji pêvajoyên şoreşê yên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi dest xistine, em dixwazin hin perspektîf bidin Rojavyaê Kurdistanê. Di vê demê de li Rojhilata Navîn hevsengî diguherin û divê em Kurdên li vir baş biparêzin. Ez hêvîdar im ku em ê peyamek hevpar û xurt ji bo rojavayê Kurdistanê bidin cîhanê, Yekitiya Ewropa û Franseyê. Em ne dijminên tu kesî e. Em qet nebûne dijminên Rojava (rojavayê cîhanê) jî . Gelê Kurd ji bo maf û azadiya xwe têdikoşe.”

'Ez heyranê Kurda me'

Sefîrê Balyozê Fransayê Bernard Dorîn jî heyraniya xwe ya ji bo gelê Kurd anî ziman û dest bi axaftina xwe kir. Dorîn da zanîn ku gelek caran çûye Başûr û Rohilatê Kurdistanê û wiha got: “Ji bilî heyraniya min a bo Kurdan, ez dixwazim ew bibin xwedî mafên çand û nasnameya xwe. Ji bo Kurdan ya esas ev e ku mafê ku Kurdên Iraqê girtine, bi des xistin û ev jî ne tenê çandî, îdarî, otomi ye. Ne ji aliyê kesên din, divê xwe bi rê ve bibin.”

Meclîsên biratiyê hatin avakirin 

Piştre nûnerên Konesya Kurd a Bilind ya rojavayê Kurdistanê hatibû mafê axaftinê girtin. Li ser navê Konseyê Sînem Mihemed axivî û diyar kir ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha got: “Ez spasiyên xwe pêşkêşî Frasayê ku wekî welatê demokrasiyê tê nasîn dikim. Fransa divê ji bo Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê rola xwe bilîze. Hêviya me ew e.”
Mihemed da zanîn ku rewşa Sûriyeyê her diçe xerab dibe û wiha got: “Ji serê şoreşê heta niha gelê me saetekî bîhna xwe veneda. Em Kurd, ne li aliyê muxalefetê û ne jî li aliyê rejîma Esad bûn. Me riya sêyemîn hilbijart. Me têkoşîna demokrastiyê meşand. Me di nava gelê de ji A’yê heta Z’yê rêxistînî pêk anî.
Nûnerekî din yên Konseya Kurd a Bilind Nesredîn Îbrahîm jî got konseyên di 11’ê tebaxê de hatine avakirin heta niha gelek pêngavên pratîk avêtine. Îbrahîm wiha got: “Hewcedariya Gelê rojavayê Kurdistanê bi madî û maneviyatê heye. Em ji her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyên bi nirx digirin. ev hevdîtina ku me îro organîze kiriye jî mînaka vê ya herî başe.

Ahmet Turk: Rojava  ji bo Kurdan mifte ye

Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk tevlî konferansê bû jî diyar kur ev statuya ku di şerê yekemîn yên cîhanê de li Rojhilata Navîn hatiye fezkirin, mehkumê guhertinê bûye û got: “Li rojhilata Navîn bi netewperestiyê re di esasa îslamê de û ya ku mezheba şîiyan esas digire, du siyaset tê meşandin. Em Kurd divê di nav vê de tercîhekî bikin. Em bawer in ev sedsal dê bibe sedsalan Kurdan. Lê xeteriyên mezin li benda Kurdane. Desteya Kurd a Bilind xebatên girîng dimeşîne. Ez wan pîroz dikim. Ger em berjewendiyên partî û îdeolojîk derxin pêş em ê wenda bikin. Divê em yekitiya netewî esas bigirin. Ger em Desteya Kurd a Bilind esas negirin em şaşiyê bikin. hemû xebat divê di vê çarçoveyê de bê meşandin.”



PERWER YAŞ / ANF/PARÎS




Banga kampanyayê

Di konferansa Şêwra Neteweyi de ku ji aliyê KNK’ê ve hate lidarxistin nunerên gelek sazî û rêxistinên Kurdan amade bûn û rewşa rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Hevseroka PYD’ê bal kişand ku ji tenduristiyê heta perwerdehiyê gelek pirsgirêkên wan hene û got; “Jêder û çavkaniyên me hatine qutkirin. Tenê deriyê başûrê Kurdistanê vebûye. Ev sînor ji bo me pir girîng e. Em jî dixwazin ku saziyek hebe ku rewşa rojavayê Kurdistanê bişopîne. Ger mudaxeleyê me bikin, divê ev yek weke pirsgirêkek neteweyî bê dîtin” û ji bo rojavayê Kurdistanê banga kampanaya piştgiriya neteweyî kir.
Nunera Yekitiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê Kerîm Biradost jî kêfxweşiya xwe ya ji bo konferansê anî ziman û diyar kir ku ew piştgirî didin rojavayê Kurdistanê û got: “Bi boneya ku piraniya rojavayê Kurdistanê ketiye destê Kurdan em gelek kêfxwe û bextewarin. Bi taybet lazime parçeyên Kurdistanê yên din piştgiriyek mezin bidin vê perçeyê. ”
Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî jî diyar kir ku Kurdên rojavayê Kurdistanê piştgiriyeke gelek bêhempa dane tevgerên azadiyê yên hemû perçeyên Kurdistanê û wiha axivî: “Niha dora me ye. Lazime êdî em ji bo vî perçeyî bixebitin.” Ehmedî di berdewama axaftina xwe de balkişand ser ‘Bihara Ereban’ û got ku ev ne şoreşin. Ehmedî wiha domand: “Li van welatan gel serî rakir û rejîm hatin guhertin. Lê ev raperîn pêşî li ber dîktatoriyên nû vedikin. Ji ber vê jî lazime ev guhertina rojavayê Kurdistanê em veguhêzin şoreşî. Em ji rojavayê Kurdistanê re deyndarin. Xebata ku jib o wê em bikin bona hemû Kurdistanê ye. Ger em baldar nebin wê Lozaneke nû derxin pêşme. Gelê Kurd tu care Lozanên nû qebûl nake. Jixwe çav li rêye ku yekemîn Lozan ji hole rabe. Niha li rojhilata navîn herî zêde Kurd têdikoşin. Bi taybet lazime yekitiya li rojavayê Kurdistanê bê parastin û heta qiyametê jî bidome.”
Oldarê Suryanî Metranê Helebê Grîgorîs Hanna Îbrahîm ku nekariye tevli konferansê bibe ji konferansê re peyamek nivîskî şand. Hanna Îbrahîm destnîşan kir ku ji ber pevçûnan nekariye ji Helebê derkeve û di peyama xwe de ev tişt gotin: “Em ji bo Sûriyeyekî ku hemû ol û bawerî dikarin bi hevre di nava aştiyê de dijîn dua dikin. Wekî Iraqê li vir jî Xirîstiyan bi gelek talûqeyan re rû bi rune. Em serkevtinê ji we re dixwazin û dibêjin ku duayên em bi we re ne.”