Bi boneya  cejna Ekîto 11 rêxistinên jinan ên bajarê Qamişlo daxuyaniyeke hevbeş li Navenda Çand û Hunera Suryanî ya bajarê Qamişlo xwendin û cejna Ekîto ya 6764 li gelê Suryanî li herêma Cizîrê û cîhanê pîroz kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sebriyê Yûsif  ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “1’ê nîsanê roja sersala Babêl a ji nû ve afirandin û jiyanê ye. di dîrokê de pîrozbahiyên Ekîto li seranserî Mozopotamiya cejneke gelêrî ya Babêl û Asûr bi serkêşiya paşan ên wekî Merdoxê Babêl, Anlîlê Somer û Asûrê Nînewa dihate pîrozkirin.”
Derbarê wate û nirxa vê rojê di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Ev roj tê wateya destpêka afirandinê û jiyanê. ev tişt di efsaneya afrênerî ya Înoma Îlîş û di nûkirina xwezayê de diyar dibe.”
Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Rojên dikevin navbera 21’ê adarê Newroz heta 1’ê nîsanê Ekîto sembola rojên xêr û bêr, aştî û azadiya jiyana gelên Mozopotamiya, cejna serkeftina xêr û vîna azad li hemberî koletiyê ye. gelên Kurd û Suryan bi şahiyên xwe di van rojan de nîşana serkeftina vîna wan a azad e û her çiqas Ekîto û Newrozê pîroz bikin soza berdewamkirina  têkoşînê jî tê nûkirin û bi taybet di vê qonaxê de ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye ragihandin. Ev rêveberî wekî berhema fikrî, dîrokî û şaristanî ya hemû pêkhateyên herêmê de hate avakirin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ceja îsal rengekî wê ya taybet heye û nîşana jiyana hevbeş û wekheviyê ye û wiha têde hate diyarkirin: “Ji bo em dengê xwe bigihînin cîhanê em ê têkoşîna xwe bidomînin û em ti carê dest mafên xwe û azadiya gelê xwe bernadin. Rola ku jin di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de rabûne gelekî girîng bû. Jinan ji hemû pêkhateyan gelek destkeftin bi dest xwe xistin. Doza jinan ên hemû pêkhateyan yek e, ji ber vê yekê divê jinên hemû pêkhateyan destê xwe bidin hev û civaka azad ji nû ve biafirînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hemû şehîd hatin bi bîr anîn û hemû şervanên YPG’ê û YPJ’ê hatin silavkirin. Rêxistinên daxuyanî dane ev in: “Yekîtiya Jinên Suryan ên Sûriyê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk,  Rêxistina Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk, Rêxistina Jinan a Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Aştiya Demokratîk, Înîsyatîfa Jinên Sûriyê, Rêxistina Ava ya pêşxistina Fikrî û Cesedî, Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Buroya Têkliyên Dîplomasî ya rêxistina Yekîtiya Star.”

QAMIŞLO




YPG'ê cejna Ekîto li Suryanan pîroz kir


Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel cejna Ekîto li gelê Suryanî ê Sûriyê û cîhanê û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî (MFS) pîroz kir û bang li hemû pêkhateyan kir ku wekî gelê Suryan parastina herêmên xwe bikin.
Bi boneya rasthatina cejna Ekîto Fermandariya Giştî ya YPG'ê daxuyaniyek di malpera xwe ya fermî de weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Cejna Ekîto xwedî nirx û nîşaneyên mirovahiyê û wateyeke pir girîng e. Ev cejn ji bo gelê me yê Suryan ku roleke çalak di avakirina şaristaniyê de lîstiye, cihekî taybet heye û nîşan vê jî xeta şaristaniya Mozopotamya ku têde girêdana mirovan bi jiyan û xwezayê re diyar dibe.
Di berdewama daxuyaniya YPG'ê hate wiha hate gotin: "Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em cejna Ekîto li gelê Suryan ê Sûriyê û cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku li şûna şer û wêranî ku herêmên Rojava û Sûriyê rastî wan tê, başî û aştî belav bibe. Hêviya me ew e ku roja cejna Ekîto bibe qonaxeke ji bo aştî, biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên ku şaristanî ji beriya hezaran salan afirandine.
Di dawiya daxuyaniya YPG'ê wiha hate gotin: " Hêzên tarî û radîkal bi armanca xerakirina biratiya gelan û jiyana hevbeş a aştiyane ya di navbera pêkhateyên herêmê de êrîşî herêmên Rojava kirin û li hemberî wê Yekîneyên me û di navê de Meclîsa Leşkerî ya Suryanî (MFS) ku li gel birayên xwe yên Kurd û Ereb tevlî refên me bûye, li dijî van hêzan şerê parastina Rojav kirin. Wekî YPG'ê em cejna Ekîto li Meclîsa Leşkerî ya Suryanî pîroz dikin û bang li gelên xwe yên Rojava dikin ku wekî gelê me yê Suryan ê ku wekî jêdera şaristaniye tê naskirin, parastina welatê xwe ji hêzên tarî û terorîst bikin."