Di peyama KCK’ê de weha hat gotin: “Fekaledîn Kakeyî, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarekî rêzdar ê temenê xwe daye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Heta dawiya temenê xwe ji Kurdan re xizmet kiriye. Bi her çar parçeyên Kurdistanê re ji nêz ve eleqedar bûye, girîngiyeke mezin daye yekitiya netewî. Bi tevgera me ya azadiyê re ji nêz ve têkilî daniye. Ji bo kampanya azadiya Rêber Apo, li Başûrê Kurdistanê kedeke mezin daye. Ji ber vê yekê em bi rêzdarî û minet wî bibîr tînin.
Her tim bi wijdanê rewşenbîriyê li bûyeran temaşe kiriye û bawerî daye gel û dostên xwe. Lewma li her çar parçeyên Kurdistanê hatiye hezkirin. Wê bi vê kesayetiya xwe re, wê her tim weke rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarekî xizmet daye gelê xwe were bîranîn. Emê weke dostekî xwe yê baş ê dixwest bibe wijdanê Kurdan wî bibîr bînin û bîranîna wî bi afirandina Kurdistana azad û demokratîk jîndar bikin û yekitiya Kurdan li ser bîranîna wî biafirînin.”
Ji PJAK û BDP’ê peyam
Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK ji bo malbat û xizmên Felakedîn Kakeyî sersaxî xwest.
Koordînasyona PJAK’ê di peyama sersaxiyê de wiha got, “Em bi bihîstina koça dawî ya nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarê navdar ê Kurd, Felakedîn Kakeyî gelekî xemgîn bûn.” Peyam bi van sererêzan berdewam dike: “ Felakedîn Kakeyî jî, yek ji wan kesan bû ku ji bo encamdana Kongreyek Neteweyî gelek hewldan pêş xistibû û têkoşîn dabû. Em wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, sersaxiyê ji malbat, Partiya Demokrat a Kurdistan, hemû gelê Kurd û ji tevayî civaka Kakeyiyan re dixwazin. Em sebrê ji bo malbatê dixwazin.”
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)’ê, ji bo siyasetmedarê Kurd Felekeddîn Kakeyî yê jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama ku bi îmzeya Hevserokên BDP’ê hatiye weşandin de wiha tê gotin: “Bi xemgînî me bihistiye ku yek ji siyasetmedarên Kurdistanê yên hurmetdar û ramanwer birêz Felekeddîn Kakeyî di encama qeyran dil de jiyana xwe ji dest daye. Em ê birêz Kakeyî ku di dema bi awayekî çalak di nav Partiya Demokrat a Kurdistanê de xebat bi rê ve dibir tevkariya dida têkoşîna azadiyê, piştî siyasetê jî ku xebatên entelektuel bi rê ve dibir û dîsa tevkariya li çanda kurd kir, timî bi hurmet bi bîr bînîn. Wekî BDP em ji birêz Kakeyî re ji Xwedê rehmet; ji malbatê û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.”
NAVENDA NÛÇEYAN